Yekîtî: Sazan li ser desthilatên serokê herêmê û hemwarkirina desturê

kurdistani 08:24 AM - 2015-07-01
Yekîtî: Sazan li ser desthilatên serokê Herêmê û hemwarkirina desturê

Yekîtî: Sazan li ser desthilatên serokê Herêmê û hemwarkirina desturê

Komîteya bilind ya got û bêjan ya Yekîtî ligel sekretêr û sekertariyet û berpirsê komisyonên civata navend civiya û bi helsengî rewşa niha ya herêma Kurdistanê, got û bêj kirina pirsa serokatiya Herêmê, sîstema parlemanî li Kurdistan, rewş û bûyerên vê qonaxê û çareserkirina hevkêşeyan di çarçoveya siyaseta Yekîtî de hatin gengeşe kirin.

Civîn duh 30-6-2015 li mekteba siyasî li Silêmaniyê bi rê ve çû, endamên komîteya bilin ya got û bêjan ya YNK heval Mela Bextiyar berpirsê desteya kargêrî, Îmad Ehmed endamê mekteba siyasî, Ednan Heme Mîna û Bêgerd Talebanî endamên serkirdayetî ligel heval Adil Mûrad Sekretêr û sekertariyet ê berpirsê komisyonên civata navend civiyan.

Destpêkê de, heval Mela Bextiyar rûnkirinek pêwîst sebaret bi dîdar û civînên komîteyê kir ligel partî û aliyên siyasî yên Herêmê xiste rû, têda bi diyarîkirina erkan, omîdîxwest ku tevahiya hevalan ji ser û bin li hestiyara qonaxê û erkan, li çawaniya derbaskirina vê rewşê bi hûrî karbikin wekî Yekîtî ku ji berê ve bi serbilindî û bi parastina hevseng û yekrêziya gelê, vê rewşê derbas bikin.

Heval Mela Bextiyar, di vê çarçoveyê de, ronî kir, hemû ew tiştên ku di du salên bihurî de û bitaybet li 30 Hizêranê de helwestên ne guncaw beramber bi Yekîtî wergirtine, di niha de têgihiştine nek ji du sal û wirde, belkî di vê demê de jî nikarin helwestên ne guncaw beramber hevkêşe û bûyeran werbigrin û çi aliyek nikare li parastina yekrêziya gelê me û perepêdana ezmûna me bêbak bike, tekez jî kir ku biryara Yekîtî eve ku 30 Hizêranê dubare nakin, ligel çi partiyekê li dijî çi partiyeka din rêk nakevin,çunkî mihwerê siyaseta Yekîtî sazane liser astê Kurdistan, wate sazan liser Destûr, sazan li ser deshilatiya serokatiya Herêmê û sazane li ser serastkirina Destûrê jî, got jî: bê gûman divê Destûr rapirsî liser were kirin û serencam di parlemanê de were pesend kirin, heval Mela Bextiyar sebaret bi pirojeyên yên pêşkêş kirî jî got: tevî cûdahiyan , cûdahiyên bihurî ligek yên niha, pirsa sereke eve, gelo dikarin sazan bikin??? gelo dikarin cûdahiyên hêzên siyasî ji hev nêzîk bikin yan na??? herweha balkişand ser piroje û helwesta Yekîtî û ragihand, em rijdin liser siyaseta Yekîtî û got û bnêjên Yekîtî digel aliyên siyasî de bi xaleka geşkirî tê binav kirin û tekezî liser sazana niştîmanî kir.

Herweha heval Mela Bextiyar tekez kir ku niha em di serdemeka dîrokî ya nû dene, hevkêşeyên qonaxa berê derbasbûne û bidawî bûne, niha rastî hevkêşeyên erk û berpirsyaretî û helwestên nû yên vê qonaxê dene, hevkêşeyên siyasî li hundir û li derveya parlemanê û çawaniya hukimranî li Kurdistan û li hemû damizrandin, lewma pêwîste liser vê rewşê baş rawestin û helwestan ber bi sazana niştîmanî ve bibin, sazana siyasî bingeha lihevtêgihiştina hemû aliyane, bo serastkirina Destûrê jî li Parlemanê koma dengan pêwîste, ku liserencam Destûra gel were pesendkirin û deshilatên serokê Herêmê jî li nava parlemanê werin destnîşankirin, ew yek jî di qonaxên bêde pêwîste bi rapirsiyekê di nav gel de.

Got jî: Yekîtî bi hûrî karê xwe dike, bo ku sazana niştîmanî bi hemû rengan pesenda yasayî li nav parleman û raya giştî were kirin, eger na, guhertinên serekî ligel de dikin.

Her di dirêjiya civînê de, piştî hevalên komîteya bilind ya got û bêjan, heval Îmad Ehmed, Ednan Hema Mîna û Bêgerd Talebanî tekezkirin, ku Yekîtî wekî hertim beşeke ji çareseriyê û bi berpirsiyarî biryara xwe dide bo yasaya serokatiya Herêmê û destûrekî gel were pesend kirin, bo wê yekê jî Yekîtî ragihandiye ku ligel sazana niştîmanî û yasayî deye, nek ligel mergê damûdezgehên şe`rî dene.

Heval Adil Mûrad, sekretêrê civata navend, hevdem piştî ronîkirina nerînên xwe sebaret bi rewşa niha ya Herêmê û çawaniya biryarîdan li sazana niştîmanî, tekezkir ku divê Yekîtî guh li raya heval û kadirên Yekîtî û bitaybet li firakisyona YNK li parlemana Kurdistanê bigre, herweha sipasiya kar û helwestên firakisyonê kir û piştevanîkirina civata navend jî bo firakisyonê dubarkir.

Piştre, hevalên sekertariyet û berpirsê komisyonên civata navend, got û bêj û bîr û rayên pêwîst sebaret bi siyaset û helwest û biryardan Yekîtî sebaret bi sazana niştîmanî, li beramber pirsa serokatî û destûra Herêma Kurdistanê xiste rû, ku têda hevalên civata navend sipasî û destxweşî li serkirdeyên YNK kir li beramber siyaseta bipirsîn,ragihandin jî, ku hertim Yekîtî bo xizmetkirina niştîmanî qurbaniyeka zaf daye û berdewam dibe jî li ser qurbanîdan bo parastina berjewendî û deskeftên gelê me, tekez jî kirin li ser giringiya sazana niştîmanî di çareserkirina hevkêşeyan de, bi pêwîst jî dan zanîn ku divê YNK wekî hertim yekrêziya niştîmanî biparêze û berevaniyê di ber de bike.

Di dawiya civînê de, heval Mela Bextiyar bîr û ramanên hevalên sekretêr û komisyonên civata navend bi giring da zanîn û tekez kir ku Yekîtî bi eqliyeta serkeftina Rustimê Zale mamele ligel kêşeyan de nekiriye û nake jî, lewma sazkirin jî li ser cumgeyên sereke liser pirojeya YNK nakin û berpirsîn li estû digrin. Ronî jî kir, ezmûna deshilatdariya hikûmeta du partiyan, ezmûna opozisyon û hikûmeta bingeh fireh derxistiye, ku ev cora ezmûnê di qonaxa veguhestinê de, tenê di nav xwe de bi sazan geş dibe, nek bi şerê navxweyî û sepandina siyaseta tak partî, ragihand jî, Yekîtî li ser sazan, serastkirina Destûr û vegeriyana bo Parlemanê dawî biryar daye.

PUKmedia/pukpb

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket