Rojava: 450 şagirtên Şengalî bawername wergirtin

kurdistani 09:34 AM - 2015-06-29
Rojava: 450 şagirtên Şengalî bawername wergirtin

Rojava: 450 şagirtên Şengalî bawername wergirtin

Li Kampa Newroz a li bajarê Dêrikê ku penaberên Şengalê lê dimînin, 450 şargirtên ji refa 1 heta 9’an bawernameyên zimanê kurdî wergirtin.

Li Kampa Newroz ji aliyê Tevgera Ziman û Perwerdeyê (TZP) û Neteweyên Yekbûyî ve, 5 meh beriya niha perwerdiya zimanê kurdî hatibû destpêkirin. Di perwerdeya ku li dibistana Şehîd Cemal hate dayîn de 450 şagirtên ji refa yekê heta 9’an derst dîtin.

Piştî 5 mehan li şagirtan bawernameyên nivîya salê hatin belavkirin û ji bo 15 rojan navber hat dayîn.

Ji ber perwerde bi derengî destpê kiribû, bi armanca ku bernameya perwerdeyê bê temamkirin, piştî 15 rojan dê perwerde dîsa destpê bike û heta 3 mehan dom bike.

PUKmedia/ANHA

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket