Dibêjin çima HDP yî bi kurdî sond naxwin?

kurdistani 06:08 PM - 2015-06-28
Nivîskar; M.Çiya Mazî

Nivîskar; M.Çiya Mazî

Dibêjin "çima HDP yî bi kurdî sond naxwin?" Dîsa hinek mirov tiştê ku divê bibe encama bûyeran û di encama têkoşînan de derkevin, dixin pêşiya pêşî ya têkoşînan û hê di destpêkê de encamê dixwazin. Ev jî wekî gellek tiştan ji rastiya civakê dûrbûn e. Bêhaydarbûna ji rastiya sistema Tirkiyeyê û taktîk û têkoşînên ku HDP daye ber xwe ye.
A yekê gellek kes hê jî dibêjin qey HDP partiyeke kurdan tenê ye û koalisyona nava HDP jibîr dikin. Ji ber wê yekê jî tiştên kurdayetî tenê dixwazin û herwiha dibêjin  "çima parlementer bi kurdî sond naxwin?". Lewre kes nabêje "çima bi Ermenkî sond naxwin, çima bi Çerkezî sond naxwin?" Ji ber ku di hişê wan de her tim ku HDP partiya kurdan tenê ye heye. Mixabin ew kesana dîsa dereng mane û bê hay in ji bûyer û pêvejoyên têkoşînan.
Bi qasî ku heta niha min ji bername û gotinên HDPê fêm kiriye û lêkolînên ku min li ser vê partiyê kiriye dibêjim; tiştên ku kurd dixwazin jî di nava bernameya vê partiyê de ye û tiştên ku gelên din jî dixwazin di nava bernameyên vê partiyê de ye. Mînak; daxwaza perwerdehiya bi zimanê dayikê. Ev daxwaz ji bo gelê kurd, ermen, çerkes, ereb û w.d hemuyan tê xwestin, ne ji bo kurdan tenê.
Îjar ev daxwaz dê di vê pêvejoya parlementoyê de wekî ku berê çawa dihat xwestin dê bê xwestin û têkoşîn bê dayin. Ne ji bo ziman tenê ji bo her mafê kurdan û gelên din. Ev rêyeke aştiyane ye ku di encamê de mafên gelan yên rewa bên stendin û kurd jî bibin xwediyê mafên xwe. Ev mafan û mafê sondxwarina bi kurdî dê bi têkoşînan bê stendin.
Xwendina sondê bi tirkî ji Feleknaz Uca re ne kêmanî ye, ji parlementoya Tirkiyeyê re kêmanî ye û xuya dike ku çiqas demokrasiya tirkiyeyê li paş maye. ji alîkî de jî selmandin e, tespît e. Divê ev rexne jî li dewleta Tirkî bê kirin, ne li Feleknaz û ne li HDP bê kirin. Her wiha ev rexne ne ya ku li kurdan bê kirin e, ev rexne divê li dewleta Tirkî bê kirin. Lê disa gellek kurdan berê xwe daye xwe û rexneyê li kurdan ango li xwe dike. Suc li alî xwe dibîne, wekî ku ev parlemento ya kurdan e û zagonek wisa heye û kurd karin bi zimanê xwe gellek tiştan bikin lê tenê nikarin bi kurdî sond bixwin. Dewlet dewleteke ne demokratîk e, dewleta ceberrût e, hukumeteke ku bi şêwaza faşîzmê tevdigere heye. Zagonên faşîzan li qirikê ne. Ji bilî sondxwarinê, eşkerekirina nasnameyê jî (tevlî ku hinekî li parlementoyê hatibe şikestin jî) qedexe ye.   
Ji xwe Parelementerên HDPê jî gotin ku em ne bi dilê xwe vê sondê dixwin û em dê hewl bidin ku biguherin _ wekî bertekekê jî hemuyan bi lezgînî û ne jidil xwendin û ev dan xuyakirin jî. Ev jî û gellek tiştên din divê bi têkoşînê bêne guherandin û Parlementerên HDP bibin pêşeng. Lê belê hilbet ev têkoşînek bi sebir û dûvdirêj e.
Gelo Merve Kavakçi tê bîra we ku ji bo turbana wê çi hat serî? Lê niha ew pirsgirêk tune ye. Ji ber ku îdeolojiya wê piştgirên wê û partiya wê, bi têkoşîna parlementeriyê, hemû parlemento bi dest xistin û heta hemû dewlet bi dest xistin û di encamê de bi turbanan meclîs xemilandin. Heta ku zagon neguherandin jî kesi ev cure çalakiya Merve Kavakçi neceriband. Heta hinek jinên parlementer berî ku bibin parlementer bi turban bûn, lê turbana xwe danîn û hatibûn meclîsê û gellek caran jî perûk dixistin serê xwe. Lê dev ji têkoşîna xwe ya parlementerîzmê bernedan û bi wî awayî ew zîhniyet bi ser ket.
Îjar em dibînin hinek kesan heta bi haqaretan jî li Feleknaz Uca kirin ku çima bi kurdî sond nexwariye. Lê ev pir fikreke sivik û sucdarkirinek pir nizm e. Ku bernameya partiyekê hebe û biryara partiya brêz Feleknaz Uca hebe û li ser hatibe lihevkirin, Feleknaz Uca bêgav e ku wekî wê bernameyê û biryarê tevbigere. Ev e têkoşîn, ma têkoşîn bi tena serê xwe dibe ji bo parlementerekî/ê? Na?
Lewre heke mirov biryara partiyê û rêbaza bernameya wê nebîne û nefikire, wê demê mirov divê bibêje; "çima sirûda Tirk jî xwendine, çima ji bo Ataturk rawestandina rêzgirtinê kirine, çima rozeta ku ala tirk li ser e li ber xwe xistine û gellek tiştên din. Lê belê her kes dizane ku rastiyên têkoşînan û civakan hene ku ji serê serî de, wekî ji avakirina HDPê ve ev tiştana hatine nîqaşkirin û hatiye texmînkirin ku ev bûyerana (wekî sondxwarina bi tirkî) dê bê pêşiya wan. Di demeke dirêj de hatiye nîqaşkirin ji alî gel ve jî ev cure têkoşîn û hatiye pejirandin. Muxalifiya vê yekê divê tenê ev be "bila kurd tevlî koalisyona HDP ê bibûya an na? Hewce ye ku kurd herin parlementoyê an na? Çima?" biborin lê belê ev cûre nîqaş jî hatiye kirin bi deh salan û di encamê de ev hatiye holê, ne ku ji hewa de bi carekê hatiye holê. Wekî min li jor jî got mixabin yên ku van rexneyana dikin dîsa dereng mane hasil di Musilê re derbas bûye çûye.
Feleknaz Uca biryarek rast daye û li gor hevalên xwe tevgeriyaye. Ku mirov bîne bîra xwe dema Leyla Zana jî di sala 1992'an de ew çalakî di parlementoyê de kir jî bi biryara partiya wan bû û bi hev re ev çalakî meşandin heta dawiyê. Hinek dê bibêjin "nexwe ew têkoşîn, ew zîndanbûn, ew şerê gerîla heta aniha belasebeb çû?" Na.
 Êdî ew cûre çalakî pir sivik e di vê dema salên 2010'an de ji bo tevgera kurd. Êdî kurd xwe bi xwe bi rêve birinê nîqaş dikin, êdî kurd serxwebûn û azadiya mayınde nîqaş dikin. Êdî kurd bi milyonan in û bi nasnameya xwe bi dehan parlementer şandine parlementoya Tirkiyeyê û bi wê rêya aştiyane doza mafê xwe dikin. Ev daxwaz û nîqaş hemû bi saya vê têkoşîna dehsalan e.  Bi milyonan kesî ji vê cure têkoşînê re gotiye "erê". Ji ber çi gotiye "erê"? Ji ber ku êdî dixwazin bijîn û qezenc bikin, ne ku bimrin û qezenc bikin. An jî dibêjin em naxwazin di zîndanan de bi dehsalan bimînin û bimirin, em dixwazin li ber ronkahiyê têkoşînê bikin û azadiyê bibînin.
Ha, gelo ma tiştek tune ye ku ji bo kurdî bê kirin ji alî parlementeran ve? Belê gellek tişt hene, lê belê ew jî mijara nivîsek din e û divê her kes ji xwe de dest pê bike, "gelo ji bo zimanê kurdî ez çi dikim? Ez hînî nivîsa kurdî bûme an na, min heta niha çend pirtûkên kurdî xwendine?" Têkoşîna Parlementoyê li Feleknaz Uca û parlementerên kurd û li kurdan pîroz be.

Nivîskar; M.Çiya Mazî

PUKmedia

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket