KOBANÎ !!!!!!!!!!

kurdistani 04:01 PM - 2015-06-27
KOBANÎ !!!!!!!!!!

KOBANÎ !!!!!!!!!!

Ev helbest ya hevalekî şehîd Rodî Hesene ku piştî şehîdbûna malbata wî bi tevayî ji şewata kezabê xwe re ev helbest pêşkêş bi xwîşka şehîdan Cihan Hesen Hesen kiriye.

Her weha Rodî Hesen gelek caran nivîs û ristên xwe ji bo PUKmedia`yê şandiye û beşdarî di penêlên siyasî ya PUKmedia`yê jî bû ye.

Xwedê dilovaniya xwe li wî û tevayî malbatêa wî ya ku bi destê terorîstan şehîd bû ye.

Ev helbesta Kaptên Sendîbadê kurd ji bo canpakiya wan şehîdan e...

Rabe pakrewanên xwe veşêre!

Di bin axa xwe ya pîroz ke

Lê berî tu wan binax bikî

Min jî li ber her pakerwanekî dirêj bike

Û axê li ser me bike kom

Bila em li hev şînî bin

Ji hev re çîrokan bibêjin

Ka çawa hatin koştin

Çawa hatin serjêkirin

Ka kê dê li şûn xwe hîşt

Kê bav

Kê xanima xwe

Kê xanê xwe

Kê zarokên xwe

Kê xwîşk û birayên xwe

Kê destgirtiya xwe

Kê evîdarê xwe

Kê hîn kirasê bûkiyê

Ji xwe dananiye

Kê hîn grafêta zavîtiyê lê ye

Xwedaaaaaaaaaaaa!!!!!!!!!

Hîn bawriya min bi te heye Xwedaaaaa

Tuyê wan baş hembêz bikî neeee?

Xwedaaaaaaa!!!!!!!!

Ji wan bûk û zavan re

Zemawendekê li kêleka xwe çê bike

Ewna hîro mîvanên te ne

Heya te ji wan hebe Xwedaaaaaaa!

Helbest: Kaptên Sendîbadê kurd

PUKmedia

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket