Bi wêne.. Zarokên Şengalê li Amedê spasname wergirtin

kurdistani 05:54 PM - 2015-06-24
Bi wêne.. Zarokên Şengalê li Amedê spasname wergirtin

Bi wêne.. Zarokên Şengalê li Amedê spasname wergirtin

Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê, ji bo zarokên şengalî ku bi malbatên xwe re li Wargeha Fîdanlixê ya Yenîşehrê dimînin dibistan vekiribûn, 820 zarokan spasnameyên xwe standin.

Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê, ji bo zarokên şengalî ku bi malbatên xwe re li Wargeha Fîdanlixê ya Yenîşehrê dimînin, 15ê adarê “Dibistana Navenda Perwerdeyê ya Keftûleftên Jiyanê” vekiribû, 820 zarok beşdarî vê dewra perwerdeyê bûn.

Di vê dewrê de 730 zarokên navbera 8-14 salî û 90 ciwanên 15-20 salî di Dibistana Navenda Perwerdeyê ya Keftûleftên Jiyanê de bi kurdî, îngilizî dersên Êzdayetî, wênekêşî û wênesaziyê wergirtin. 6 jê êzdî 22 perwerdekaran bi dilxwazî di dibistanê de kar kir. Perwerdekar, xwendekarên zanîngehê, Egîtîm-Sen, Kurdî-Der û endamên Komeleya Şêwirmendî û Rêzaniya Psîkolojîk a Amedê bûn. Zarokan 5 rojên hefteyê 4 saetan ders dît.  

Xebatkarê Koordînasyona Wargeha Fîdanlixê ya Şaredariya Bajarê Mezin Bişar Îçlî, diyar kir ku zarokên şengalî hêdî hêdî travmaya koçberiyê bi ser xwe diavêjin û got, ji bo ew adapteyî jiyanê bibin wan ji wan re dibistan vekiriye. Îçlî aşkere kir ku meha adarê vê dewra perwerdeyê dest pê kiriye û di nav 3.5 mehan de perwerde kiriye û got, niha dewra duyem a perwerdeyê dest pê dike û tevahiya havînê jî didome. Îçlî destnîşan kir, perwerdeya zarokan bi şerê li Şengalê qut bûye û got, perwerde ji bo zarokan gelekî giring e û bi sedan zarok bi kêfxweşî beşdarî vê perwerdeyê bûne.   

Îçlî, da zanîn ku zarokên kurdên Êzdî li Şengalê bi tîpên erebî perwerde dibûn, di dibistana Şaredariyê de vê carê bi tîpên kurdiya latînî fêr bûn, destpêkê ji ber cudahiya alfabeyan hin kêşe peyda bûn. Îçlî diyar kir ku zarok fêrî alfabeya latînî ya kurdî bûn, ew ji bo pêşveçûna wan a şexsî gelekî giring e û got, bi vî awayî ew fêrî herdu alfabeyan bûn. 

PUKmedia/Şaredariya Amed

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket