Hevseroka HDP’ê: Berxwedana Kobanê Bandoreke Xurt li Ser Encamên Hilbijartinê Kir

kurdistani 05:08 PM - 2015-06-22
Hevseroka HDP'ê Fîgen Yuksekdagê  û ROJNAMEVAN ROBîN REşVANî

Hevseroka HDP'ê Fîgen Yuksekdagê û ROJNAMEVAN ROBîN REşVANî

Di hevpeyvîneke taybet ya Dengê Emerîkayê de ku ji aliyê rojnamevan û şirovekarê siyasî yê Kurd Robîn Reşvan ve pêkhatiye, Hevseroka HDP’ê Fîgen Yuksekdagê ragihand; Berxwedana Kobanê Bandoreke Xurt li Ser Encamên Hilbijartinê Kir.

Ji bo şopandina wê hevpeyvînê, hûn dikarin hem bi kurdî ya nivîskî bixwînin û hem jî ya vîdyoyî jî li xwerê temaşe bikin ku bi zimanê Tirkî ew hevpeyvîn pêkhatiye.

Hevseroka HDP'ê Fîgen Yuksekdagê encamên hilbijartinên 7’ê Hezîranê ji Dengê Amerîka re nirxandin.

Xanim Yuksekdag dîyar kir ku derbasbûna wan a ji benda sedî dehan jibo wan nebûye surprîz.

“Em di tevahîya pêvajoya hilbijartinê de bi dilgermîyeke mezin hatine pêşwazî kirin. Me ji piştgirîya kesên ku berê dengên xwe nedidan HDP'ê fêm kir ku ewê wek partî serketî bibin.”

Yuksekdagê dîyar kir ku wan jibo dengeyên sîyasî yên Tirkîyeyê surprîzeke mezin derxistine hole.

“Çi pêşketinên li Rojava, çi pêşketinên tevgera sîyasî ya Kurd yên li herêmê, çi berxwedana li Kobanê û çi jî rûdanên li Gezî’yê qewimîne, nîşan dan ku veguherînek tê xwestin.

Hevseroka HDP'ê rexneyên tund li Partîya Dad û Pêşvebirinê (AKP) kir ku rûyê xwe li daxwazên veguherînê zivirand û ew partî bi antîdemokratîkî, zordestî û avakirina sîstemeke yekdengîyê sûcdar kir.

“Tirk jî bi rêjeyeke bilind deng da me”

Fîgen Yuksekdagê got, “Di bilindkirina rêjeya dengên me jibo sedî 13,1’an para gelên me yên din jî, ango yên xêncî Tirk û Kurdan jî heye û wê jibo serkeftina wan a di hilbijartinê de bal kişand ser du xalên girîng.

“Bi pêşanî, partîya me bi daxwaz û tevgera veguherînê ya li Tirkîyeyê re ahengdar e. Ya duduyan jî ew e ku me li ser bertekên civaka Tirk yên li hemberî otorîterbûyîna AKP’ê sîyaseteke pir rengî meşand.”

‘Navenda herî zindî ya rikeberîyê HDP ye’

Hevseroka HDP’ê Fîgen Yuksekdag dîyar kir, performansa ku wan di pêvajoya hilbijartinê de nîşan dane ew kirine navenda herî zindî ya opozîsyona Tirkîyê.

Yuksekdagê îdia kir ku partîyên heyî ango Partîya Gel ya Komarî (CHP) û Partîya Tevgera Neteweperest (MHP) nikarin derkevin derveyê statûko û sînorên kevneşopîyên dewletê.

Wê dîyar kir ku ev partî nikarin bersiva daxwazên nûxwazî û demokrasîxwazîya civakê bidin.

“Me ji kempeyna hilbijartina serokomarîyê vir ve nîşan da ku emê bi tevger û serkeftina xwe ya di vê pêvajoyê de bikaribin bibin muxalefeteke demokratîk û emê bikaribin bibin alternatîfa opozîsyona sereke.

Yuksekdagê got ku CHP û MHP’ê nekarîne ku bi desthilata sîyasî re rûberûbûneke radîkal pêk bînin, lê wan kampanyayeke wiha rûbarî pêk anîne.

‘Tirkîyeyê xwest ku Kurd di parlamentoyê de hebin’

Yuksekdagê got, encamên hilbijartinê nîşan daye ku civaka Tirkîyê dixwaze Kurd di parlemanê de cîh bigirin.

“Di hilbijartinê de AKP’ê têkçûneke mezin stand û ewê mecbûr bimîne ku tevgerên xwe yên antîdemokratîk kontrol bike. Bersiveke mezin jibo hikûmeta AKP’ê hate dayîn: “Rawiste! Hişên xwe bîne serê xwe!”

Yuksekdagê got ku hilbijêran jibo AKP’ê destûra desthilatîya bi serê xwe nedaye û hilbijêran xwestîye ku tevahîya cudahîyên li Tirkîyeyê, tevahîya blokên sereke têkevin parlamentoyê.

“AKP êdî piştî van encamên hilbijartîne weke do biaxive, tevbigere û bifikire. Eger ku wisa bifikire jî nikare weke berê wan bi cî bîne. AKP bi armanca girêdana çapemenî, dadgerî û sazîyên din yên bi hikûmetê ve pêkanîna oparasyonan sûcdar kir. HDP wê bi 80 parlamenterên xwe ve nehêle ku ti caran tiştên wisa bibin. Emê bi partîyên din yên rikeberîyê re hevkarîyê bikin û di serî de, azadîya çapemenîyê wê nehêlin ku ti azadîyên din werin binpê kirin.

‘Hikûmeta AKP’ê DAIŞ li Sûrîyeyê weke taşeron bi kar anîn”

Hevseroka HDP’ê derbarê pirsa sîyaseta hikûmeta ya ser Sûrîyê jî wiha axifî:

“Hikûmeta AKP’ê li Sûrîyeyê gelek plan û lîstikên bi xeter pêk anîn û jibo Sûrîyeyê planên dagirkirin û destekarîyê kirin. Lê, AKP’ê bi tenê nekarî ku vê yekê pêk bîne û ji ber vê yekê wê DAIŞ weke hêzeke taşeron xwedî kir û ew bi kar anî.”

Yuksekdagê partîya xwe wek partîya herî çalak a li hember van planên AKP’ê nîşan da û got têkoşîna wan ya hember DAIŞ’ê bû sedem ku di hilbijartinên 7’ê Hezîranê de tevahîya gelê Kurd dengên xwe bide wan.

“Me di serdema berxwedana Kobanê de sîyaseteke aktîf meşand û bi awayekî xurt li hember sîyaseta AKPê dengê xwe bilind kir. Dema şervanên YPG û YPJ li Kobanê ber xwe dida, em jî hewleke xurt da û ew keda me li nav Kurdan bandoreke erênî derxist. Ez dikarim bêjim ku zêdebûna dengên me li bajarên Kurdan yekser bi berxwedana Kobanê re girêdayî ye. Dîsa Kobanê bû sedem ku AKP li bajarên Kurd bi temamî ji holê rabe.”

‘Gelê Tirkîyê sîstem û jîyaneke nû dixwazin

Fîgen Yuksekdagê bi berdewamî got ew sîyasetekê dimeşînin ku cudahîyên tevahîya neteweyan, cudahîyên tevahîya bawerîyan di bingeha hiqûqeke wekhev de dike yek û li welatekî hevpar tînin ligel hev.

“Gelên Tirkîyeyê sîstem û jîyaneke nû dixwazin û em jî Tirkîyeyekê wiha dixwazin ku  demokrasîyeke rastîn lê were ava kirin.”

Kerem kin tevahîya vê hevpeyvîna bi zimanê Tirkî temaşe bikin:

Hevpeyvîn;Robîn Reşvan

PUKmedia-VOA

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket