Azadkirina Girê Sipî, pêngavek stratejîk

kurdistani 10:58 AM - 2015-06-22
Azadkirina Girê Sipî, pêngavek stratejîk

Azadkirina Girê Sipî, pêngavek stratejîk

Rizgarkirina Girê Spî (Til Ebyad) a xwedî girîngiyeke stratejîk e, ji bo Kurdên li Rojava, gelên Ereb, Tirkmen, Suryanî, Ermenî û Çeçen ên li herêma Rojava dijîn û ev 3 sal in şerê man û nemanê didin, di asta şoreşê de girîng e. Vê serketinê hem her du kanton gihandiye hev, hem jî çavkaniya peydakirina endaman a DAIŞ'ê çikandiye. Rizgarbûna Girê Spî, ji bilî alîgirên DAIŞ'ê, kêfa her kesî aniye.

Tirkmen û Erebên li navçeyê , ku piştî rizgarkirina Girê Spî di roja destpêkê de ketin nava fikra 'wê ji niha û pê ve çi biqewime', hêdî hêdî wê tirsê ji ser xwe diavêjin. Di roja duyemîn de mirov derketin kolanan, kargehên xwe vekirin û herikîna asayî ya jiyanê, dewam dikin.

YÊN DESTPÊKÊ KETIN HUNDIRÊ NAVÇEYÊ TABÛRÊN JIN ÊN YPJ'YÎ BÛN

Dema em diçin Girê Spî, em dibînin ku pirsa li ser rêya Serêkaniyê hatiye xerakirin. Ev pir, di dema destpêkirina şer de ji aliyê DAIŞ'ê ve hat teqandin. Lê belê di demeke kurt de hat çêkirin û maşînên leşkerî di ser vê pirê re derbasî Girê Spî bûn. Her wiha li ser rêya asfaltkirî jî, kort tên dîtin. DAIŞ'ê li van deran jî mayîn bicih kiriye. YPG'ê dema xwest ji Serêkaniyê biçe navçeyê, ev rêya asfaltkirî bikar neanî û bi giranî erdê vala ji xwe re weke rê bikar anî. Bi vî rengî pêşî li xeteriya mayînan girt. Mayînên li ser rê piştre hatin teqandin. Yekîneyên destpêkê yên ketin nava navçeyê tabûrên jinê yên YPJ'ê bûn.

ŞOPA DAIŞ'Ê LI HER DERÊ YE

Hemû daîreyên fermî yên ji aliyê DAIŞ'ê ve hatin bikaranîn, di bin kontrola YPG'ê de ne û weke biryargehê tên bikaranîn. Malên serçeteyên DAIŞ'ê jî. Dibêjin ku serçeteyên DAIŞ'ê yên Tûnisî, Lîbyayî û Siûdî bi hevserên xwe û zarokên xwe re li van malan mane. Piştî ku Girê Spî hat rizgarkirin, ev cih êdî bû malê gel.

Saziyên fermî hînê dest bi xizmetê nekirine. Lê belê xebatên ji bo vê dewam dikin. Rojeva destpêkê avakirina yekîneyên asayîşê û xebatên şaredariyê ye.

Ji ku ber ku DAIŞ'ê di dema reva ji navçeyê de li gelek gund, kargeh û mal mayîn û bombe bicih kir, xebatên lêgerîn-paqijkirinê dewam dikin. Kargehên guman jê tê kirin, tê işaretkirin. Gund jî, piştî qedandina xebatên lêgerînê ji gundiyan re tê vekirin.

Xeteriya DAIŞ'ê bi giranî ji holê rabûye. Lê belê hînê li herêma 25-30 kîlometre li başûrê navçeyê operasyon û pevçûn dewam dikin.
Li navenda navçeyê, qefesa ku DAIŞ'ê mirovên cixare vedixwarin ji bo ceza bike du rojan lê ragirt, hînê li şûna xwe ye.

Di lêkolînên li malan de bi hezaran belgeyên DAIŞ'ê hatin bidestxistin. Di nava van belgeyan de îkametgehên demkî yên Tirkiyeyê daye endamên DAIŞ'ê jî hene.

CIWANÊN EREB BI YPG'Ê LI DIJÎ DAIŞ'Ê ŞER DIKIN

Li Girê Spî em bi sedan ciwanên Ereb ên li nava refên YPG'ê şer dikin rast tên. Gelek ji wan ji Kantona Cizîrê hatine. Hin jê nû tevlîbûne, hin jî ev 2 sal in di nava YPG'ê de ne.

Fermandarê Tabûra YPG'ê Ahmet Aşûkarî, Deham Hamît û Mûstafa Mûhammed ên di bin fermandariya xwe de nîşan dide û dibêje, "Vana leşkerên min ên Ereb in. Ev 2 sal in em bi hev re li dijî DAIŞ'ê di heman çeperê de mil bi mil şer dikin."
Şervanê Ereb Deham Hamît anî ziman ku DAIŞ ev du sal in herêm veguherandiye goka ji agir û destnîşan kir ku şerê li dijî van çeteyên dijminê mirovahiyê ferz e. Hamît diyar kir ku yekane hêza li hemberî van disekine YPG ye, lewma ew jî bi YPG'ê re tevdigere.
Li Girê Spî gelek Ereb li nava refen YPG'ê ne. Her wiha em li şervanên Çeçen û MLKP'ê jî rast tên.

DEST JI 'XENÎMETAN' BERDAN Û REVIYAN

Dema li nava kolanên Girê Spî digerin, li dikanên di binê avahiyên serçeteyên DAIŞ'ê lê diman de em gelek eşyayên malê û eşyayên taybet ên bi zorê ji gel hatine stendin, dibînin. Şervanên Ereb dibêjin, ev xenîmetên ji malên Kurdan hatiye dizîn e. Di nava 'xenîmetan' de tejik, klîma, komputer, amûrên malê yên bi elektrîk, wêneyên dawetê, pêlîstok jî hene.
Fermandarê YPG'yî Ahmet Aşûkarî malên ji aliyê serçeteyên DAIŞ'ê ve hatin bikaranîn nîşan da û got, "Li van deran bi hevser û zarokên xwe re dijiyan. Hin ji wan du sê hevserên wan hebûn. Serçeteyekî ji Tûnisê bi keçeke Êzidî ya 9 salî ya ji herêma Şengalê hat revandin re mehra xwe kir û li van xaniyan dijiya. Piştî ku ev der ji dest wan çû, keç jî revand û çû Reqayê. Me nekarî zevt bikin."
BAJAROKÊ SILÛKÊ BÊDENG E

Bajarokê Silûkê yê piraniya şêniyên wê Ereb û Tirkmen e, bû cihê pevçûnên giran. Bajarok 18 kîlometre li aliyê başûrrojhilatê Girê Spî ye. Li pêşiya bajarokê Silûkê tabelayên DAIŞ'ê û flamayên li avahiyan xuya dikin. Piraniya mirovên li vir ji tirsa ev der terikandine. Li vê herêma ji aliyê yekîneyên taybet ên YPG'ê ve tê parastin, tedbîrên tund ên ewlekariyê tên girtin. Ji ber hînê xeteriya mayînan ji holê nehatiye rakirin, mirovê li gund û malên xwe venegeriyane.
Erebên li vê derê naxwazin biaxivin. Bi şertê ku navê wan neyê nivîsandin û wêneyên wan neyê kişandin, behsa pêkanînên DAIŞ'ê dikin. Dibêjin 'Eger navê me were nivîsandin û wêneyê me bê kişandin, dibe ku DAIŞ vegere û me serjê bike' û fikarên xwe tînin ziman.
Erebên dibêjin ew ditirsin ku rojên berê werin û tînin ziman ku DAIŞ bi giranî ji çeteyên ji welatên 'cenebî' yên li Tûnis, Lîbya, Çeçenîstan, Erebîstana Siûdî û welatên rojavayî, pêk tê.

'KESÎ MALEKE KIRÊKIRÎ NEDA ME'
Piştî azadbûna Girê Spî beşek ji medyayê nûçeyên 'YPG paqijiya etnîkî dike', 'Zext li Tirkmenan tê kirin' weşandin. Piştî van nûçeyan li navenda navçeyê û gundan em bi Tirkmenan re axivîn. Yek ji van Tirkmenê bi navê Hemîd Şêxo Mahmûd ê beriya 30 salan ji herêma Ezazê hatiye li vir bicih bûye, ye.
Mahmûd anî ziman ku berî 2 salan dema DAIŞ'ê Girê Spî bi dest xist ew reviyan Tirkiyeyê û bi vî rengî behsa wê demê kir: "Piştî ku DAIŞ'ê navçe bi dest xist, ji tirsa ku wê balafir vê derê bombe bikin em wke malbatî ji sînor derbasî Tirkiyeyê bûn. Li navçeya Kaniya Xezalan, 5 roj û şevan em li ber dîwaran, li parkan jiyan. Tirkiyeyê hembêz li me vekir, deriyê sînor vekir, lê belê dewama wê neanî. Pereyê me hebû, em ne hewcedarê kesî bûn. Lê belê li Kaniya Xezalan kesî xaniyek ji bo kirêkirinê jî neda me. Dema me xwest xanî kirê bikin, ji me dixwestin ku em heqê 6 mehan yekser bidin. Halbûkî em hatibû vê derê, ku piştî bidawîbûna xeteriyê vegerin cih û warên xwe. Bi malbatî em perîşan bûn. Piştre me serî li rayedarên li Kaniya Xezalan dan, me ji wan re got ku dixwazin vegerin mala xwe. Derî vekirin û em vegeriyan. DAIŞ hat malê û ji me pirsî ku çima em çûne û çima vegeriyane. Me jî got ku ji tirsa bombebarana balafiran em reviyane. Tiştek bi me nekirin."

4 KES DEMA XWESTIN DERBASÎ TIRKIYEYÊ BIBIN MIRIN

Mahmûd da xuyakirin ku beriya YPG Girê Spî azad bike, komên DAIŞ'yî hatine gundê wan û ji wan re gotin "PKK'yî tên, wê we bikujin" û axaftina xwe wiha dewam kir: "Me ji wan re got, eger me bikujin jî em ê nerevin. Lê belê dîsa jî em çûn ser sînor, me nekarî şiba trenê ya li ser sînor derbas bikin. 4 rojan em li ber şiba trenê sekinîn. Di vê kêliyê de YPG'yî hatin di ber me re derbas bûn, ji me pirsîn ku pêwîstiyeke me heye yan na û ji pêşiya gundê me ketin nava Til Ebyadê. Li ser vê yekê tirs ji nava dilê me derket. Me dev ji çûyîna Tirkiyeyê berdan û em vegeriyan malên xwe. Lê belê dema em li ser sînor bûn, bi hezaran mirovên li benda derbasbûna Tirkiyeyê bûn, pirsgirêkên mezin jiyan. Li hemberî mirovên xwestin biçin Tirkiyeyê di destpêkê de av û gaz hat berdan, dûre jî leşkeran gule berdan. Di vê demê de, ji ber panîk û îzdihamê du zarok di binê lingan de man û jiyana xwe ji dest dan. Kesekî bi navê Abdulrezzaq ê emrê wî bi qasî min bû, ji ber guleya li sîngê ket, jiyana xwe ji dest da. Cesedê zarokekî di îzdihamê de winda bû jî, piştî du rojan li qenalê hat dîtin. Li vê derê me ji mirovbûyîna xwe fedî kir. Lê belê tiştekî ji destê me bihata tinebû."

'DI NAVBERA ME Û YPG'Ê DE PIRSGIRÊK NÎNE'

Mahmûd diyar kir ku berevajî îdîayan di navbera wan û YPG'ê de ti pirsgirêk tineye û YPG'yî alîkariyê bi wan dikin û got, "Dema em 4 rojan li ser sînor man, koma destpêkê ya YPG'yiyan a hatin Til Ebyadê, hatine li mala me mane. Dema em vegeriyan, em li wan rast hatin. Ji me re gotin ku dema wan dîtine mal hatiye terikandin ew lê bicih bûne, mast û zebzeyên li saricnê xwarinê û ji min xwestin ku heqê xwe li wan helal bikim. Niha li jêra gundê me nuqteyên wan ên kontrolê hene. Dem bi dem tên û dipirsin ku pêwîstiyeke me heye yan na. Me ji DAIŞ'ê zilm dît, li pêş çavê neviyê min bavê wî kuştin. Me ji YPG'ê ti zerar nedît, kî dibêje me zerar dît, derewan dike."

DAIŞ'Ê HER ROJ MIROV DIKUŞT

Mahmûd anî ziman ku DAIŞ'ê li Girê Spî sûcê li dijî mirovahiyê dikir û got, "Her roj li navenda bajêr mirov dikuştin. Li kolana bingehîn a bajêr li pêş çavê gel mirov serjêdikirin. Serê mirovên hatin jêkirin jî li hesinên hawizê xemlê dadiliqandin. Carna ev seriyên jêkirî bi rojan li wir diman. Psîkolojiya zarokên me xera bû. Hin mirov jî diçûn lê temaşe dikirin. Dilê min nikarîbû xwe li vê rabigire. Ji ber vê yekê, di rojên mirov dihatin qetilkirin de ez diçim Til Ebyadê. Dema jinek li derve bi awayê ne li gorî wan kinc li xwe kirî didît, cezayê qemçîkirinê dida hevserê wê."

JINA TIRKMEN: EM Ê NEÇIN, EM Ê LI VIR BIMÎNIN

Jina Tirkmen Salîha Hasan jî diyar kir ku ew di bin rêveberiya DAIŞ'ê de diman û got, "Em nikaribûn derkevin. Em neçar bûn rûyê xwe binixumînin. Dema me serê xwe derdixist derve, cîranên me îxbar dikirin. Dema li kolanan jinek didît ne li gorî dilê wan kinc li xwe kiribû, dest datanî ser nasnameya wê, li wê didan û digotin 'biçin malê'. Û dûre ya hevser, ya bav, yan jî zilmakî mezin wê malê tazî dikirin û cezayê 80 qemçî didan wî. Ji ber vê yekê jin bi çerşefê derdiketin derve. Yên li gorî vê tevnedigeriyan, dihatin cezakirin. Me zilma DAIŞ'ê dîtin, bila cîhan hemû vê zanibe. Em ê ji vir neçin ti cihî, em ê li vir bimînin."

PUKmedia/ANF

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket