Zanîngeha Glasgow`ê bilindtirîn xelata rûmetî dide Ocalan

kurdistani 05:34 PM - 2015-06-21
Zanîngeha Glasgow`ê bilindtirîn xelata rûmetî dide Ocalan

Zanîngeha Glasgow`ê bilindtirîn xelata rûmetî dide Ocalan

Xwendekarên zanîngeha Strathclyde`ê a bajarê Skoçya, Glasgow`ê ji bo têkoşîna 40 salan ya rêberê PKK`ê Abdullah Ocalan xelata rûmetî diyarî kirin.
Di merasîma xelatê de gelek rewşenbîr û nivîskar tevî mamosteyên zanîngehê beşdar bibûn tevî nûnerê PYD`ê li Edîbrayê Huner Kobanê. Profîsorê Almanî Reîmar li ser navê Ocalan xelat wergirt û diyar kir ku ew ji ber vê yekê rûmetdar e.

Heîder li ser têkoşîna Ocalan ya siyasî û leşkerî axivî û anî ziman û ramanên wî bilind nirxandin û xweseriya demokratîk li Rojavayê Kurdistanê weke mînak nîşan kir.
Heîder yê ku di însiyatîfa ji Ocalan re Azadî de beşdar e diyar jî kir ku bi azadiya Ocalan re tevahiya Rojhilata Navîn azad dibe û tekez jî kir ku ev hemleya wan dê heya gihêştina encaman berdewam bike.

Hêjayî gotinê ye ku ev xelat herî dawî di sala 1984an de ji bo Nîlson Madêla hate diyarî kirin.

PUKmedia/ANF

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket