Bi wêne.. Amadekirina cihêzê qîz û bûkan li Wanê

kurdistani 07:31 PM - 2015-06-10
Cihêzê qîz û bûkan li Wanê

Cihêzê qîz û bûkan li Wanê

Li bajarê Wanê ya bakûrê Kurdistanê lihêfên ji hiriyê ku ji bo cihêzê qîz û bûkan tên amadekirin, piştî kedeke mezin tên dirûtin.

Li herêmê hin malbat bixwe lihêfan didirûn, hin malbat jî ji dikanên ku lihêfên ji hiriyê çêdikin, dikirin.

Keçên ku bixwe lihêfên xwe çêdikin, hiriya pez tevî dê û xizmên xwe di çem de dişon. Bi şonikê hiriyê dikutin û di ava çem de dişon. Piştî ku hirî ziwa dibe, bi hiriyê lihêfan girêdidin. Piştî kedeke mezin ji bo cihêzên qîz û bûkan lihêf tên dirûtin.

Jinek ku bi xwe lihêfan girêdide bi navê Dîlek Narinça ji ajansa Anadolê re destnîşan kiriye ku li herêma Wanê ji bo cihêzê qîz û bûkan lihêfên ji hiriyê tên çêkirin.

Kesekî ku ev 20 sal e lihêfan çêdike yê bi navê Şevket Kirarê jî wiha got: "Em 4 cure lihêf çêdikin. Ji hiriyê, silîkon, hevrîşîm û elyaf, lê herî zêde lihêfên ji hiriyê tên tercihkirin."

Kirar got: "Ev ji bo tenduristiyê baş in, lewra sirûştî ne. Her çiqas tiştên teze derketibin jî xelk dev ji hiriyê bernade. Dema dewetan de, taybetî havînê karê me zêde dibe."

Kirar diyar kir ku ji bilî cihêzê qîz û bûkan, welatî jî lihêfên ji hiriyê dixwazin.

PUKmedia/AA

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket