Serkeftina HDP`ê serkeftina demokrasî û pêkvejiyane

kurdistani 11:21 AM - 2015-06-10
.

.

Serkeftina HDP dîrokek nû bo Kurd tomar kir


Piştî ku di 7-6-2015`an de, li Tirkiyê proseya hilbijartina dest pêkir, ji bo cara yekemîn li dîroka tirkiyê de, partiyekî kurdî bi lîsteyeke serbixwe desrbasî nava parlemanê bibe û serkeftineke mezin tomar bike ku ji 12,13 ji dengan di asta Tirkiyê û Bakurê Kurdistanê de bi dest bixwe.

Li gor encamên cudakirina ji %99.9 yê sindoqên dengdanê yên hilbijartina Tirkiyeyê bi vî awayiye:

 AKP %40.9 ku dike 256 kursî
 HDP %13.1 ku dike 80 kursî
 CHP %25.0 ku dike 132 kursî
MHP %16.2 ku dike 80 kursî

Li gor encamên hilbijartinan a nefermî Partiya Demokrata Gelan HDP serkeftinekî mezin bi dest xistiye û ji partiya çarem bûye bi partiya sêyem li ser asta Tirkiyê û bakûrê Kurdistanê û kariye (6.052.586) bi dest bixe.

Hêjayî gotinê ye ku duh bajarê Silêmaniyê piştî bihîstina serkeftina HDP ku benda hilbijatinê derbas kiriye rijane ser cade û kolanan û kêfxweiya xwe nîşan dan.

Serkeftina HDP`ê serkeftina demokrasî û pêkvejiyane


Yekîtiya Nîştimanî ya Kurdistanê, serkeftina partiya HDP`ê, serkeftina demokrasî û pêkvejiyan nirxand.

Peyvdarê fermî yê Yekîtiya Nîştimanî ya Kurdistanê ÎMAD Ehmed ragihand ku serkeftina HDPê di hilbijartinên Tirkiyê de û şikandina benda ji % 10    an bi serê xwe serkeftineke meizin ji bo ngelê kurd û demokrasî û pêkvejiyan li Tirkiyê ye. Ewê ku gelê kurd ji bo wê dicengî îro bi riya ezmûneke demokrasî encamên baş û dilxweşger dest anî û ne ji bo tenê gelê kurd lê ji bo tevahiya gelên din jî ye.

Îmad Ehmed di belavoka xwe ya fermî bi navê YNK`ê de berdewam kir ku bi vê serkeftinê gelê kurd li bakurê Kurdistanê aşkire kirin kuew êdî dikarin destkeftên mezin di bin dêbera pêkve jiyan û demokrasiyê bi dest bixin, serbarî ew hemû qurbanî û fedekariyên ku gelê kurd li Bakurê Kurdistanê pêşkêş kiriye, lê îro dikarîn bi riya sindoqên hilbijartinan serkeftineke mezin û dîrokî bi dest bînin.

Ev serkeftin ne tenê ya kurda ye lê ew serkeftin ji bo hemû pêkhat û gelên din yên li Tirkiyê ye û navçeyê ye û di vê qonaxa gelek hestyar de, gelê kurd careke din rastiya xwe selmandin ku ew xwediyê aştî û aramiyê ne.

Her weha Ehemd aşkire kir ku ev proseya aştiya ku li Tirkiyê heye, ji bo wê serok Mam Celal û Yekîtiya Nîştimanî ya Kurdistanê ji destpêka dalên nudî ve destpêkirine tako qonaxeke din derbas kir û niha siyaseta rast ya serok Mam Celal û YNK`ê derketin holê kuti rêk li pêş gelên navçeyê nîne ji bilî aştî û aramiyê.

Her wek piştîvaniya li parçeyên din yên Kurdistanê alîkariya Bakur jî hatiye kirin û di vê hilbijartinê de jî, bi bê dudilî, YNKê alîkariya gelê me yê li Bakurî Kurdistanê ji bo aştî li Tirkiye kir.

Di dawiya wê belavokê de, Îmad Ehmed dazanîn û ew bi hêviye ku encamên van hilbijartinan li berjewendiya netewe û pêkhatên li Tirkiyê be û proseya aştiyê ûdaxwazên rewa ya gelê kurd li Bakurê Kurdistanê bibe bi destpêkek girîng ji bo bihevrejiyan û aştî ya rasteqîne be û careke din em miltê Tirk û Kurd li bakurê Kurdistanê pîroz dikin.


 Kosret Resûl serkeftina HDP pîroz kir

Cîgirê sekreterê giştiyê Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê Kosret Resûl Elî bi helkefta serkeftina HDP di hilbijartinên Parlemana  Tirkiyê de  û derbas kirina benda ji %10 pîrozbahî li Selahedîn Demîrtaş û hevalên wî kir.

Peyama pîrozbahiyê ya Kosret Resûl Elî bi helkefta serkeftina HDP:

Cenabê Selahedîn Demîrtaş hevserokê HDP û Hevalên wî

Bi dilxweşî, li Başûrê welat bi navê min û hevalên min li Yekîtiya Niştîmanî ya Kurdistanê YNKê pîrozbahiyên xwe ji were radgihînim bi helkeft serkeftina we di hilbijartinên Parlemana Tirkiyê de û derbas kirina benda ji %10 û ji bo yekem car di dîroka Tirkiyê de Kurd dibin xwedî firakisyoneka taybet di Parlemana Tirkiyê de.

Serkeftina gelê Kurd li Bakûr, li cem hemû Kurdan cihî dilxweşî û şanaziyê ye her weha cihê hêviyeka mezine û ew serkeftin dîrokî ye ji beşek ji xebata neteweya gelê Kurd di Kurdistana mezin de û hêvî dikin serkeftina yekcarî be.

Eşkereye li pal xebata çekdarî û berevanî kirin li ax û ziman û netewe, em Kurd herdem me hewldane bi riya demokrasiyê kêşeyên xwe çareser bikin û hilbijartin û sendoqên dengdanê  sengî meheke, bi wê yekê ji me ji tevahiya Cîhanê re tekez kir ku xebata Kurd di salên bihurî de bo demokrasiyê bû heta ku em bighên armancên xwe bi aştiyane.

Careka din em vê serkeftina mezin li Bakûrê Kurdistanê pêşkêşî canê pak yên hemû şehîdan û kesên xwe kirin qurbanî ji  bo Kurdistanê dikin, bi pêwîst jî dizanim ku divê serkeftina HDP bibe sedem bo bihêz kirina yekrêziya hemû Kurdan, herweha bo yek gotara Kurdan li hemû parçeyên Kurdistanê.

Kosret Resûl Elî
Cîgirê Yekem yê sikirtêrê giştî yê YNK

Demîrtaş; Yê Quran hilgirt ji bo viran bi binkeft

Îro roja duşemê 8-6-2015`an li bajarê Stenbolê a Tirkiye yê hevserokê giştî yê HDPê Selehedîn Demîrtaş gotarek ji bo endam û alîgirên HDPê pêşkêş kir.

Demîrtaş di gotara xwe de, bal kişand ser bi serkeftina mezin ya lîsteya HDP`ê ragihand ku ew kesên ku digotin emê ji % 50 bibin û wê HDP tiştekî bi dest nexe, îro xwe naskirin.

Di gotina xwe ya ji bo serokkomarê Tirkiyê re Demîrtaş got; Yê ku Quran hilgirt û vir û derew pê kir bi binket û ji bo serokwezîr jî got; Mamoste Ehmed tu bi binketî û careke din tu posta serokwezîrtiyê nabînî...
Di dema gotara xwe de, alîgirên wî ji wî re gotine ku me ji % 50 bi destxistiye û HDPê jî ti deng neanîne, lê ez îro ji mamoste Ehmed re dibêjim ku hûn bi binketin û bi binketin.

HDP`ê serxweşî li malbata ciwanekî Ranya kir

Hevserokatiya HDP`ê ya Amedê serxweşî li malbata şehîdê conemerg Şehreyar Sure Mame yê Ranyayê kir.

Di dema pîrozkirina serkeftina HDPê li bajarê Ranyayê a Başûrê Kurdistanê, ciwanekî kurd xelkê Ranya yê bi navê Şehreyar Sure Mame jiyana xwe ji dest dabû, ji aliyê HDP`ê ve serxweşî li mala wan hat kirin û bi bîr anî.

Her weha li gorî rûpela fermî ya hevserokatiya HDP`ê ya li Amedê tê de diblje; Em wek hevserokatiya HDPê li Amedê, hevxemî û xembariya malbata vî şehîdî ku tevlî karwana şehîdan bû ne û em serxweşiyê ji malbata wî re dixwaz in.

Ev di demekê de ye ku li her çar aliyên Kurdistan û cîhanê gelê kurd kêfxweşiya xwe ji bo serkeftina dîrokî ya HDPê dide nîşandan. Lê mixabin ev ciwanê 13 salî ku di şeva serkeftina HDP`ê li bajarê Ranyayê jiyana xwe ji dest daye û ji ber wê jî, em jî wek PUKmedia hevxemiya xwe ji bo malbata şehîd Şehreyar derdibirin û serxweşiyê li malbata wî pakrewanî dikin .

Ji serokatiya partiya gelan a demokrat HDP-ê re …

Birêz Selaheddîn Demirtaş …

Silav û rêz …
Ji dil û can, em serkeftina dîrokî ya ku we di helbijartinên parlumantoyaTurkiyê de pêkaniye pîrozdikin, û ji hemî dost, piştgir û hevalbendên partiya we re, li seranserîTurkiyê û Kurdistanê, şahî û pêşketinê dixwazin.

Bawerî li cî ye ku, têkoşîn û rolapartiya we HDP, her dê li pêş be, û di xizmet doza Aştî, Azadî û wekheviyê de be..
Silav û pîrozbahiyên hemî dost, endam û rêxistinên partiya yekîtîya demokrat a Kurd li Sûriyê ji we rehene, û dibînin ku şahiya we şahiya wan e.
Bimînin di xweşiyê de
Birayê we
Mihyeddîn Şêx Allî
Sekretêrê partiya yekîtîya demokrat a Kurd li Sûriyê

PUKmedia

 

 

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket