Jinên YNK`yî stûna serkeftina çiya û bajaran e
kurdistani 01:53 PM - 2015-05-30Jinên YNK`yî stûna serkeftina çiya û bajaran e
Her dem jinan li nava Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê rolên wan ên karîger û bêwêne hebûye, hem li çiya û hem jî li bajêr. Di hemu waran de beşdariyekî wan a aktîv hebûye ku beşekî serekî ya wê rolê vedigere wê yekê ku Serok Mam Celal hertim hewl daye jinan jî mil bi milê zilaman bin û rol û xizmeta wan a qehremanî hebê ji bo xizmetkirina gel û niştimanî de heya di warê serbazî de jî rola wan hebûye û xwîna jinên Kurd ji bo azadiya kurdistanê jî rijyaye.
Di vê raportaja PUKmedia`yê de ku bi bona nêzîkbûna salvegera Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê hatiye saz kirinê rola aktîv a jinan li nava YNK`ê de li çiya û bajaran hatiye destnîşan kirinê.
Endama encûmena navendî ya YNK`ê Şermen Mihemed ku di dema borî de serdema çiyê rola wê ya aktîv hebûye taybet ji PUKmedia`yê re got: Yekîtî her tim hewla serxwebûna Kurdistanê di nava civakê û xelkê Kurdistanê de daye, rêbazekî xwe ya nû û aşkira hebûye û di dirêjahiya dîrokê jî ji bo diyarkirina çarenivîsa gelê Kurd têkoşîna xwe domandiye û ji bo wê jî bi hezaran şehîd daye.
Şermen Mihemed got: Di hemû qonaxên şoreşê de jinên li nava Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê rola xwe ya berbiçav û bi aktîvî li çiya û bajaran hebûye , lê mixabin hindek caran jî hatine piştguh xistinê.
Ew endama encûmena navendî ragihand jî: Di dema xwe de ez di salên 1983 ta dema raperînê li çiyan bûn û min çend erkên min hebûn ji wan ez yek ji wan bûm ku min name rêxistinan û pêşmergeyan dibirin bajarê Kerkûkê û bi berovajî.... rêjîma Basê di sala 1984`an de hemû gund ruxandin ku wê demê ez mamoste bûm piştre jî ez li çiyê bûme mamosteya çiya. Piştre piştî raperîna mezin a sala 1991`an ku Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê darêjerê wê raperînê bû. Em derbasî qonaxeke nû bûn Kurd li ser lingên xwe sekinî û bû bi xwediyê herêm û sînorê xwe, bû bi xwedî parleman û hikûmeta xwe, eve jî bûye sedem ku rola jinan zêdetir derbikeve pêş û li ser asta kurdistanê bibête hejmar.
Şermen Mihemed aşkira kir jî û got: Ez di hemû kongireyên Yekîtî de endam bûme û min hemû pileyên xwe bi bê sansor derbas kiriye.
Li dawiya axaftina xwe de jî endama encûmena navendî got jî: rêza min bo şehîdên heer çar parçeyên Kurdistanê û bo birîndaran heye, rêz û silavên min bo serok Mam Celal heye, hêviya baştirbûna tendirustiyê bo dixwazim her weha hêviya girêdana kongireya Yekîtî dixwazim û heya mirinê di xizmetkirina Yekîtî de berdewam dibim û ez hertim xwendekarê dibîstana Mam Celal dibim.
Her sebaret bi vê yekê jî fermandara fewca jinan Nahîde Ehmed ji PUKmedia`yê re ragihand: Weku fermandara hêza jinan û weku endameka Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê ez pîrozbahiya salyada damezrandina Yekîtî li hemû Yekîtiyan û Serok Mam Celal û dibîstana wî dikim, ku em hemû ji wê dibîstanê derketine û serê xwe jî li hemberî hemû şehîdên Kurdistanê û birîndaran ditewînim. Yekîtî hizba şehîdane.
Fermandara fewca jinan amaje bi wê yekê jî kir ku bi vê bonê ew pîrozbahiyê li hemû jinên Kurdistanê û hemû jinên pêşmerge kir û got: Yekîtî take hizb bûye ku giringî daye jinan di hemû waran de ji bo vê jî hêviya me ewe ku em xizmeta Kuristan û bi taybet bi Yekîtî bikin û xwîna şehîdan bibête sembola asayîşê bo Kurdistanê .
Nahîde Ehmed got: Bi saya xwîna şehîdan û xwîna şehîd Rengîn û xwîna şehîdên her çar parçeyên Kurdistanê em îro bi azadî dijîn hêvîdarim ew xwîn bibe bîngeha yekrêzî û berve dewletbûn û kurdistanekî azad.
Li dawiya axaftina xwe de fermandara fewca jinan got: Hêviya me ya serekî baştirbûna tendirustiya serok Mam Celal e, paşê yekrêziya nava Yekîtî ye. Yekîtî binemaya pêşkeftina Kurdistanê ye û pêşkeftina Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê pêşkeftina civakê ye, pêşkeftina civakê jî dibe sedema bervepêşçûna Kurdistanê.
PUKmedia/werger: Xoşnav Hisên
hewal ziyatr
-
Konsulê Rûsyayê: Yekîtî di pêşxistina aştî û diyalogê de xwedî roleke girîng e
09:38 PM - 2024-04-18 -
Yekîtî ji bo hilbijartinan amade ye
08:03 PM - 2024-04-18 -
Komisyonê roja destpêkirina kampîên hilbijartinan ragihand
01:04 PM - 2024-04-18 -
Civata Serkirdatiya YNKê dê sibê bicive
11:09 PM - 2024-04-17
zêdetir tamaşe bike
Kurdistan 07:03 PM - 2024-04-18 Encumena Serkirdayetiyê: Hilbijartinên dadperwer di dema xwe de pêkhateya Herêmê bihêz dike
Encumena Serkirdayetî amadekariyên bo hilbijartinan gotûbêj dike
10:07 AM - 2024-04-18
Serok Bafil û Seyîd Emmar Hekîm: Ji bo îstiqrarê diyaloga avaker
10:19 PM - 2024-04-17
Gelek serkirdeyên me hene ,lê dewletmedar kêm in
05:40 PM - 2024-04-17
Serok Bafil: Hilbijartin ezmûna me mezin dike
04:37 PM - 2024-04-17
zortrin xwendraw
-
Encumena Serkirdayetî amadekariyên bo hilbijartinan gotûbêj dike
Kurdistan 10:07 AM - 2024-04-18 -
Komisyonê roja destpêkirina kampîên hilbijartinan ragihand
Kurdistan 01:04 PM - 2024-04-18 -
Encumena Serkirdayetiyê: Hilbijartinên dadperwer di dema xwe de pêkhateya Herêmê bihêz dike
Kurdistan 07:03 PM - 2024-04-18 -
Yekîtî ji bo hilbijartinan amade ye
Kurdistan 08:03 PM - 2024-04-18 -
Konsulê Rûsyayê: Yekîtî di pêşxistina aştî û diyalogê de xwedî roleke girîng e
Kurdistan 09:38 PM - 2024-04-18