Teqez li yekîtiya nava Yekîtî hate kirin

kurdistani 12:15 PM - 2015-05-25
Teqez li yekîtiya nava Yekîtî hate kirin

Teqez li yekîtiya nava Yekîtî hate kirin

Duh roja yekşemê 24-5-2015 endama mekteba siyasî ya Yekîtiya Niştîmanî ya Kurdistanê Xatûn Hêro Îbrahîm Ehmed bi hevalîniya xatû Şanaz Îbrahîm Ehmed serdana bargeha mekteba rêxistinan kir û ji aliyê heval Rifet Ebdula endamê mekteba siyasî û hejmarek li hevalên mektebê bi germî hatin pêşwazî kirin.

Di wê dîdariyê de heval xatû Hêro Îbrahîm Ehmed hêviya serkeftinê bo hevalên mekteba rêxistinan xwest û sipasiya hevalan kir bo raperandina karên xwe, umêd xwest jî ku karên wan zêdetir geş bibe.

Herweha û di wê dîdariyê de pîrozî û bilind ragirtina 40 `emîn salvegera damezirandina Yekîtiya Niştîmanî ya Kurdistanê YNK hat behs kirin, herdu aliyan jî hêvî xwestin ku ev yad bibe sedem bo xurtkirina rêzên li nav YNK û yekrêziya Yekîtî li nav Yekîtî, di dawiya dîdariyê de berpirsê mekteba rêxistinan sipasiya wê serdanê kir.

PUKmedia/PUKpb

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket