Li Polonyayê hilbijartinên serokomariyê

kurdistani 10:38 AM - 2015-05-25
Andrzej Dûda

Andrzej Dûda

Li gorî anketên sandiqê, di tura duyemîn a hilbijartina serokomariyê ya Polonyayê de namzedê Partiya Hiqûq û Edeletê ya neteweperest Andrzej Dûda ji sedî 53 ray girt û bû serokomarê Polonyayê. Dûda bi vê encamê ve Serokomar Bronîslaw Komorowskî derbas kir.

Komorowskiyê ku ji sedî 47 ray girt, piştî ku encamên anketê hatin eşkerekirin, di kanala TVNyê de axivî û têkçûna xwe qebûl kir.

Andrzej Dûda yê 43 salî, di sala 2000'î de di nava Yekîtiya Azadiya Demokrat a Lîberal (Unia Wolnosci) dest bi siyasetê kiribû. Dûda piştre derbasî nava Partiya Hiqûq û Edaletê ya mûhafazkar (PîS) bû û di dema Serokkomarê berê Lech Kaczynskî yê di sala 2010'an de di qezaya balafirê de jiyana xwe ji dest da, weke şêwirmend hatibû wezîfedarkirin.

Dûda di sala 2011'an de ji Parlamenta Polonyayê, di sala 2014'and e jî ji Parlamenta Ewropayê re hatibû hilbijartin.

PUKmedia/Ajans

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket