Di salvegera damezrandinê de pirtûka dîroka YNK bi zimanê Farsî derket
kurdistani 08:38 AM - 2015-05-25Di salvegera damezrandinê de pirtûka dîroka YNK bi zimanê Farsî derket
Pîrtûka dîroka Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê ku ji nivîsa Dr. Serwer Ebdulrehmane, ji aliyê Saman Silêmanî ve bo zimanê Farsî hatiye wergerandinê û di salvegera damezrandina Yekîtî (YNK) de li jêr navê "تاریخ اتحادیهی میهنی كوردستان" dê bê belav kirinê.
Bi boneya 40`emîn salyada damezrandina Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê bergê yekem a dîroka Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê ku behsa rûdanên salên 1975-1976`an dike li navenda çap û belavkirinê de li Tehranê paytexta Îranê hate çap kirinê û kete berdestê xwîneran.
Wergêrê pirtûkê Saman Silêmanî ku pêştir pirtûka (Serokomarê pêşmerge) weku beşek ji bîreweriyên cenabê Mam Celal bi zimanê Farsî belav kiribû, ji PUKmedia`yê re ragihand ku: Ev pirtûk ji 4 beşeên serekî pêk hatiye, beşa yekem li jêr navê rewşa siyasî, aborî, civakî ya başûrê Kurdistanê di sala 1975 dike, behsa egera şikestina şoreşa îlonê û karîgeriya wê şikestinê li ser civaka Kurdistanê dike. Beşa duyem jî qonaxa piştî şikestina 1975`an û serhildana tevgera nû di dîroka Kurd de behs dike ku têde behsa damezrandina YNK û bername û plana Yekîtî û armanca siyasî û stratejî ên netewî ya YNK dike.
Saman Silêmanî got: Beşa sêyem a pirtûkê behsa destpêkirina şoreşa nû a sala 1976`an dike û têde behsa qonaxên giring ên YNK`ê dike.
Sebaret bi giringiya wergerandina wê pirtûkê jî Saman Siêmanî ragihand: Îran welatekî xwedî hêze li navçeyê û karîgerî li ser rûdanan heye û dikare hebê jî. Gelekî giringe ku dîroka kesayetî û rêxistinên siyasî ên Kurdistanê bi xwîneran bên nasandinê û ewê ku heyaq niha hebûye tenê di çarçoveya dazgehên hikûmî de bûye. Gelekî giringe ku ev babetên han bikevin rojeva ragihandin û çapemeniyê , her di wê rewangehê de dîroka Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê ku xwediyê guherînên mezin û çarenûsaze li Îraqê û Kurdistanê de , giringe jî ku xwînerê Fars jî lê agahdar bê.
Silêmanî got: Bi hevkariya mekteba ragihandin û mekteba pêwendiyên Yekîtî me ev projeye destpê kir û heya niha du pirtûk hatine belav kirinê û yê berdewam be. Pirtûka yekem a jiyannameya cenabê Mam Celal bû ku pêşwaziyekî zor baş lê hate kirin û eve jî pirtûka duyeme ku bi awayekî şîroveyî behsa dîroka YNK`ê û damezrandina wê tê kirinê .
Ev pirtûk ji 270 lapere pêkhatiye û nirxa wê bi 21 hezar tûmenê Îranî ye.
PUKmedia/Xoşnav Hisên
hewal ziyatr
-
Dahata Silêmanî ya heftane zêdetirî 20 milyar e
11:15 AM - 2024-04-26 -
Şalaw Kosret Resûl: Divê xizmeta herî baş bê pêşkêşkirin
09:56 PM - 2024-04-25 -
Komisyonê berdewambûna amadekariyên bo hilbijartinan piştrast dike
01:41 PM - 2024-04-25 -
Qubad Talebanî: Her rojek bîranîna tawanekê ye
05:53 PM - 2024-04-24
zêdetir tamaşe bike
Hewlêr û Bexda di tomarkirina binpêkirinan de di pêş de ye
09:14 PM - 2024-04-24
Serok Bafil: Yekîtî berdewame ji bo qerebûkirin û xizmetkirina xelkê Qeladizê
02:16 PM - 2024-04-24
Amerîka: Rewşa azadî û mafên mirovan ber bi paşvebûnê ve diçin
01:51 PM - 2024-04-24
50 Sal bi ser bombebarankirina Qeledizê û Zanîngeha Silêmanî re derbas bû
09:45 AM - 2024-04-24
zortrin xwendraw
-
Şalaw Kosret Resûl: Divê xizmeta herî baş bê pêşkêşkirin
Kurdistan 09:56 PM - 2024-04-25 -
Zêdetirî 107 hezar dengder dê kartên biyometrîk werbigirin
Kurdistan 11:10 AM - 2024-04-26 -
Dahata Silêmanî ya heftane zêdetirî 20 milyar e
Kurdistan 11:15 AM - 2024-04-26