KCK`ê li ser pirsgirêka digel PDK- Êranê de daxuyanî da

kurdistani 01:32 PM - 2015-05-24
KCK`ê li ser pirsgirêka li gel PDK- Îranê de daxuyanî da

KCK`ê li ser pirsgirêka li gel PDK- Îranê de daxuyanî da

Koma Civakên Kurdistanê KCK li ser şer û pevçûnên di navbera Gerîlayên PKK û pêşmergeyên Hiza Demokrata Kurdistan a Êranê de daxuyaniyek da û têde ragihandiye ku ew li gel şerkirinê de nînin û daxwaz jî dikin ku pirsgirêk bi rêyên aştiyane û zûtirîn dem de bê çareser kirinê.

Endamê pêwendiyên derve yê KCKê Demhat Egîd bi daxuyaniyekê ji Rojnewsê re diyar kiriye ku pêşmergeyên PDK-Î xwestin li herêmên di bin kontrola gêrîllayan de bi cih bibin û wiha got: “Pêşmergeyên PDK-Î xwestin bi niyetek xirab û bi awayekî veşartî li herêmên di bin destê gêrîllayan de bi cih bibin. Me jî çend caran ew hişyar kirin.” Egîd diyar kir ku hinek çapemeniya Başûr dixwazin bûyerê proveke bikin û wiha got: “Em ne alîgirê ne aramiyê ne. Em bang li PDK-Î dikin ku di demek herî kurt de vê meseleyê çareser bikin.”

Endamê pêwendiyên derve yê KCKê Demhat Egîd derbarê rastiya bûyera li herêma Kelaşîn a di navbera gêrîllayên HPG û pêşmergeyên Partiya Demokrata Kurdistanê-Îranê de ji RojNewsê re axivî. Egîd wiha got: “Em naxwazin navbera me û PDK-Î de pirsgirêkek derbikeve. Daxwaz ji me kirin ku herêmên me ji bo derbasbûnê bikarbênin. Me jî ev daxwaza wan pejirand û ji wan re got, kî dixwaze dikarin bên û derbas bibin. Lê me dît niyeteke wan a din heye. Bi niyetek xirab xwestin herêmên gêrîlla lê ne, xwe bi cih bikin. Me ev nêzîkatî manidar dît û çima ev herêma gêrîlla lê ne, dixwazin lê bi cih bibin.”

Demhat Egîd got: “Me dît pêşmergeyên PDK-Î zext li gel dikin û pere ji wan werdigirin. Bi zorê gumirg werdigirtin û pêşiya qeçaxçîtiyan digirtin. Hêzên me yên leşkerî di vê derbarê de ew hişyar kirin ku ji vê herêmê derbikevin. Gotibûn em dixwazin herêmê bikarbênin, lê me dît ew bi armancekî din û li pey ajogeriyekê (provakasyon) ne. Me bi rêya pêwendiyan û kesên dost çend caran ew hişyar kirin ku nekevin nava van hewldanan. Em bawerin hinek hêzên din li herêmê hene û dixwazin provakasyonan çekin û bi taybet jî di vê qonaxê de.”

Endamê komîteya pêwendiyên derve yê KCKê wiha pêdeçû: “Em alîgirê aramiyê ne. Lê hinek kes naxwazin aramî çêbibe. Ji bo vê yekê jî tevgerek wiha kirin. Hêzên me çend caran ew hişyar kirin, lê hêzên wan çend caran bi awayekî veşartî xwestin xwe bixin di herêmê de.”

Derbarê şer û îdiayên kuştina 2 pêşmergeyên PDK-Î ji aliyê gêrîllayan de jî Demhat Egîd wiha got: “Egera wê yekê heye îro pevçûnek ji bo hişyarbûnê çêbûyî be. Em encama rast nizanin û agahdariyeke me ya zelal li ser vê yekê nîne. Ew bi xwe wisa dibêjin û hinekê reklamê jî dikin. Em ne alîgirê wê yekene ev mesele zêdetir mezin bibe. Em dîsa ji berpirsên PDK-î re dibêjin, divê vê meseleyê di demek herî kurt de çareser bikin û divê ev hêzên wan ji vir derbikevin. Ger dixwazin ji bo Rojhilatê Kurdistanê tekoşînekê bikin, gelek herêmên hêzên gêrîllayan lê nîne, hene. Çima ev herêm hatiye hilbijartin, em zêde wate nadin vê yekê. Dikarin biçin cihek din baştir xebata xwe bidin meşandin.”

Demhat Egîd anî ziman ku ti kes nikare dijmintiya PKKê bike û wiha got: “Kesek nikare li ser dijmintî û dijbertiya PKKê, li Kurdistanê bibe hêz. Ev siyasetek şaş e. Divê dest ji vê siyasetê berdin.”

 Derbarê berevajîkirina bûyerê ji aliye hinek dezgehên ragihandinê yên başûrê Kurdistanê ve jî Demhat Egîd wiha got: “Çapemeniya wê yekê dike, derdikeve holê ku hêzekî cûdatir li pişt heye. PDK-Î tehrîk dikin û em bawer nakin ev hêza PDK-Î be. Ji ber diyare kîjan rêyê bikartênin. Em di vê yekê de bi guman in. Ew çapemenî jî, xizmeta van provakasyonan dikin.”

Demhat Egîd bang li çapemeniya başûrê Kurdistanê kir û wiha got: “Em çapemeniya ku rastiyê berevajî dikin, hişyar dikin. Ji bo vê meseleyê mezintir nekin û nebin sedemê provakasyonê. Ango ji şer zêdetir, şerxwaziyê pêş nexin. Divê çapemeniya başûr ji bo aramî û çareseriyê rolê xwe bileyîze.”

 Endamê komîteya pêwendiyên derve yê KCKê Demhat Egîd derbarê serdana şanda Yekîtiya Parlamenterên Kurdistanê ya ji bo Qendîlê jî wiha got: “Ev şand ne taybet li ser vê mijarê ye û berê randevu hatibû dayîn. Lê dibe ev mesele jî were guftûgokirin.”

PUKmedia/Rojnewse

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket