Bi wêne.. Kadirên YNK`ê piştevaniya HDP`ê dikin

kurdistani 01:11 PM - 2015-05-24
Bi wêne.. Kadirên YNK`ê piştevaniya HDP`ê dikin

Bi wêne.. Kadirên YNK`ê piştevaniya HDP`ê dikin

Şandek ji kadirên Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê ku hejmara wan 40 kadir in û ji nûnerên hemû melbend û rêxistinan ji Zaxo ta Hemrîn pêk hatiye, bi mebesta piştevanîkirina li Partiya Demokrata Gelan HDP li bajarê Amedê ne.

Ev şand mil bi milê nameztên HDP beşdarî di bangeşeya hilbijartinan dikin û peyama başûrê Kurdistanê dighînin bi kurdên Bakûr ji bo giringiya dengdana bi HDP û giringiya serkeftina wê di hilbijartinên parlemanî de ji bo rêgirtin li plan û ejindeyên Erdogan.

Hêjayî gotinê ye ku Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê her ji destpêkê ve palpiştî û piştevaniya xwe ji bo birayên Kurdên Bakûrê Kurdistanê ragihandiye û ji bo vê mebestê jî carek dinê şanda xwe şandiye bo aliyê Partiya demokrasiya Gelan HDP`ê.

Ji aliyekî dinê ve jî bi nêzîkbûna hilbijartinên parlemanî yên Tirkiyê kadir û alîgirên Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê li başûrê Kurdistanê li tora civakî ya Facebookê û Twitterê piştevaniyek berfereh ji bo serxistina HDP`ê destpê kiriye û bi çendîn şêwaz û cur be cur piştevaniya xwe dupat kirine.

PUKmedia/Hozan Farih- Saman Yareweys

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket