Mixabin carek din şerê birakujî di navbera PKK û PDKÎ de rûda

kurdistani 11:05 AM - 2015-05-24
Di navbera PKK û PDKÎ de şer derket

Di navbera PKK û PDKÎ de şer derket

Mixabin îro danê sibehê 24/5/2015 di navbera Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK`ê) û Partiya Demokrata Kurdistan a Îranê (PDKÎ) de şer û pevçûn qewimiye û çend kesek jî şehîd bûne.

Jêderekê taybet ji PUKmedia`yê re ragihand ku: Partiya Demokrata Kurdistan ya Îranê xwestiye baregeheke xwe li nêzîkî baregehên Partiya karkerên Kurdistanê PKK`ê deyne, jiber wê jî mixabin şer di navbera wan de qewimiye.

Jêderê got jî: Di wî şerî de 3 çekdarên Partiya Demokrata Kurdistana Îranê PDKÎ şehîd bûne.

Li gor zanyariyên PUKmedia`yê heya amadekirina vê nûçeyê, li sînorê herêma Kurdistanê li navçeya Kêleşînê şer û pevçûn berdewame.

PUKmedia/Taybet

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket