Sînatorekî Emerîkî: Divê rasterast em çek bidin Kurdan

kurdistani 10:25 AM - 2015-05-24
Sînatorekî Emerîkî: Divê rasterast Kurd bên biçekirinê

Sînatorekî Emerîkî: Divê rasterast Kurd bên biçekirinê

Sînatorekî Emerîkî ragihand ku serkeftina li hemberî rêxistina terorîstî ya DAIŞ li Êraqê dibê bi destê serbazên wî welatî bête kirin û eger welatiyên Êraqî welatê xwe neparêzin bi tu awayî Emerîka li gel şandina hêzê nîne bo wî welatî.

Di çavpêkeftinekê li gel kanala CNN, endamê encûmena pîran a Emerîka Rand Polku namzetê serokatiya Emerîkayê ye li ser wîlayeta Kintakî teqez dike ku Emerîka hemû hewlekî dixe ger bo parastina asayîşa netewî ya welatê xwe.

Pol got jî: Ew şerê li Êraqê berdewame nakokiyên nêzîkî hezar salîne di navbera Şî`e û Sunî`yan de ye û ew herdu alî hewl didin û dixwazin dest deynin bi ser çend navçeyekî Êraqê û her yek ji wan dixwaze beşek ji axa ewê dinê dagîr bikin, bi wê yekê aliyê Şî`e bi piştevaniya hin dewletên cîran êriş dikin ser Suniyan û aliyên Sunî jî bi rêya rêxistina terorîstî DAIŞ êriş dike ser Şî`e.

Ew sînatorê Emerîkî ragihand: Yekem karê ez bikim ewe ku ezê hevpeymaniyê li gel Kurd bikim û rasterast çek bidim Kurdan neku bi rêya hikûmeta Êraqê.

PUKmedia/CNN

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket