Şervanan DAIŞ şeperze kirine

kurdistani 09:48 AM - 2015-05-24
Şervanan DAIŞ şeperze kirine

Şervanan DAIŞ şeperze kirine

Şervanên YPG/YPJ û hêzên din ên navçeyê di operasyonên xwe de berdewamin û 2 gundên dinê li başûrê rojavayê Serêkaniyê kontrol kirine û ziyanek zor gîhandine terorîstên DAIŞ`ê.

Jêderekê bilind li hêzên YPG ji PUKmedia`yê re ragihand: Terorîstên DAIŞ bi berdewam ji navçeyên ku ketine ber êrişa şervanan direvin.
Jêderê got: 2 gundên dinê li başûrê rojavayê Serêkaniyê hatine kontrol kirinê û zêdetir li 5 terorîstan hatine kuştin û 2 terorîstên dinê jî hatine destgîr kirinê.

Diyar jî kir ku li navçeya Til Temirê jî zêdetir li 7 terorîst hatine kuştin û 2 terorîstên DAIŞ jî bi saxî hatine girtinê.

PUKmedia/Saman Yareweys

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket