Berpirsê UNAMI: We selmand ku gelêkî tîyê demokrasiyê ne

kurdistani 08:33 AM - 2015-05-24
Berpirsê UNAMI: We selmand ku gelêkî tîyê demokrasiyê ne

Berpirsê UNAMI: We selmand ku gelêkî tîyê demokrasiyê ne

Cîgirê serokê herêma Kurdistanê Kosret Resûl Elî duh 23/5/2015, li bajarê Silêmaniyê pêşwazî li Yan Kubîş berpirsê UN li Êraqê û berpirsê nivîsgeha UN li herêma Kurdistanê Sokol Kondî û şanda şêwirmend ya UNAMI kir.

Di destpêka hevdîtinê de Kosret Resûl pîrozbahî li dest bi karbûna Yan Kubîş wekî berpirsê nû li Êraqê kir û hêviya serkeftinê jêre xwest derbarê kar û erkên ku komeleya navdewletî sipartiye wî û bi taybet di xizmetkirina koçberan de.

Cîgirê serokê Herêmê rola UN di alîkarî kirina koçberan û dabîn kirina pêdiviyên mirovî bo wan koçberan bilind nirxand, her weha bo serkeftina wê karê mirovî piştevaniya xwe û gelê Kurdistanê jêre tekez kir.

Ji aliyê xweve berpirsê UN li Êraqê sipasiya wê pêşwaziya gerim kir û got: me çavrewaniya wê biryra ciwamêriyê ji gelê Kurdistanê dikir di hewandina wê hejmara zaf ya koçberan, bi rastî Kurdan tekez kirin ku gelêkî tîyê demokrasiyê ne.

Di dawiyê de cîgirê serokê Herêmê pêşniyar kir civînek li Hewlêr paytexta Herêma Kurdistanê ku hemû aliyên siyasî yên Êraqê têde beşdarbin were sazkirin, her weha tiştên ku Destûra Êraqê bo Herêmê diyarî kiriye bê şandin heta ku hikûmeta Herêmê karibe pêdiviyên mirovî bo koçberan dabîn bikin.

PUKmedia

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket