Şervana Kenedî: Li nava YPJ`ê dikarim bibim xwedî kesayetek azad

kurdistani 01:01 PM - 2015-05-23
Şervana kenedî: Li nava YPJ`ê dikarim bibim xwedî kesayetek azad

Şervana kenedî: Li nava YPJ`ê dikarim bibim xwedî kesayetek azad

 Şervana Yekîneyaên Parastina Jin YPJ’ê ya Kenedayî (Hêvî Piling) da zanîn ku li welatê wê hemû derfetên jiyanî hebûn, lê hêviyên wê tunebûye.

Yek ji şervanên ji welatên derve hatine Rojava û tevlî nava hêzên YPJ’ bûne şervana Kenedayî ya bi navê Hêvî Piling a 26 salî ye. Hêvî mehek berê hatiye Rojava û li kantona Cezîrê ya Rojavayê Kurdistanê şerê rêxistina terorîstî ya DAIŞ dike.

Hêvî Piling bi çavpêkeftinekê li gel ajansa Hawarnewsê dibêje: Pêwîste jin xwe rizgar bikin û bibin xwedî îradeyeke azad da ku feydeyê li hemû cîhanê bikin. Hêvî got: Piştî min li ser YPJ’ê lêkolîn çêkirin, min berê xwe da Rojava û ez tevlî nava refên YPJ’ê bûm. Min di hêza YPJ’ê hêza ez xwe pê bibînim û îfade bikim dît.

Hêvî Pilind da zanîn ku jiyana di nava YPJ’ê de ne hêsan e, lê nepoşman e û wiha dom kir: “Ger ku ez bi jiyana xwe ya li Kenedayê re muqayese bikim, jiyana di nava YPJ’ê de zehmet e. Li welatê min hemû derfetên jiyanî hebûn, lê hêviyên me pêk nedihatin. Ez niha li vir dibim xwedî tecrube, dibim xwedî îradeyek mezin. Dikarim bibim xwedî kesayetek azad ku min beriya niha ne didît.ˮ

Şervana Kenedayî Hêvî Piling got: “YPJ tenê parastina jinan nake, di heman demê de hemû birêxistin dike da ku karibin xwe birêve bibin. Ez li ser vê bingehê ji Kanadeyê hatim Rojava û tevlî YPJ’ê bûm.ˮ

Di berdewamiya axaftina xwe Piling got: Nêrîn û firka DAIŞ’ê li dijî mirovahiyê ye, kiryarên wan ji bo şikandina vîna jinan e.  Ji ber vê yekê pêwîste hemû jin li dijî çeteyên DAIŞ’ê derkevin û tevlî nava hêzên YPJ’ê bibin. Hêza tekane ya li dijî çeteyan şer dike û dikare li dijî wan derkevin ev e.ˮ

Di dawiya axaftina xwe de Hêvî Piling bang li hemû rêxistinên jinan û mirovî yên navnetewî kir ku dengê Rojava û Jinên Rojava yên ji bo azadiyê û avakirina jiyaneke azad û exlaqî têdikoşin bibihîzin.

Destkeftiyên hêzên YPG/YPJ’ê ya li dijî çeteyên DAIŞ’ê bala hemû cîhanê kirşand ser xwe. Bi vê yekê şervan ji hemû aliyên cîhanê berê xwe dan nava refên YPG û YPJ’ê û di parastina herênê de cihê xwe girtin.

PUKmedia/ANHA

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket