YNK ... 40 Sal ji Qehremantî û Berxwedan

kurdistani 10:34 AM - 2015-05-23
YNK... 40 sal ji qehremantî û Berxwedan

YNK... 40 sal ji qehremantî û Berxwedan

Roja 1/6... 40`emîn salvegera damezrandina Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê YNK`ê ye, ew partiya ku hertim ji bo axa Kurdistanê pêşengê karwanê şehîdan û qurbanîdanê bû. Yekîtî hertim bi hizba şehîdan ji bo azadiya niştiman naskiriye. Di 39`emîn sala vê partiyê de di şerê li dijî terora DAIŞ de dîsanê çendîn serkirde û berpirsên mihweran û lîwa û eqîd û neqîb û pêşmergeyên qehremanên dinê şehîd bûn , eve ji bilî wê ku hejmarek dinê jî birîndar bûn, her ji bo vê jî em dikarin bêjin ku Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) salekî xwînawî birê kir û bi wê hêviyê ku bi ketina 40`rmîn salê xwe de dawî li xwînrijandinê bêt û Yekîtî weku hertim berdewam be bo serkeftinê. Weku çawa Yekîtî beşdariyekî xwe ya aktîv di hemû waran ji bo serkeftinê hebûye. Çûnkî Yekîtî qet û qet bo wê yekê xebat nekiriye ku bi takrewî li Kurdistanê hukim bike  û hemû desthilat di destê wê de bê belku xebat ji bo parastina niştiman û bidesveanîna azadiyan û berve civakeke demokratîk û medenî û serweriya yasa xebat û têkoşîn kiriye.

Yekîtî di serdemekî nelibar ya rojhilata navîn de derketiye

Sebaret bi nêzîkbûna 40`emîn salvegera Yekîtî (YNK) û ew qurbaniyên di vê salê de dane de, berpirsê mihwerê Germesîr û endamê mekteba siyasiya YNK Mehmud Sengawî ji PUKmedia`yê re ragihand: Roja 1/6 bîranîna damezrandina Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê ye , wate bîranîna damezrandina rêxistina siyasî ya şoreşger ku gihêştiye beşekî zor ya hêviyên gelê xwe . Yekîtî di serdemeke gelekî nelibar ya rojhilata navîn de derketiye holê, ku di wê serdemê de şoreşa Kurd bidawî bibû, Baasiyan digot ku êdî Kurd nikaarin rabin û nikarin daxwaza azadiyê bikin, di ew serdema çarenûsazda Yekîtî derkete meydana xebatê û têkoşîn berdewam kir.

Yekîtî hertim bi rihê xwe yê şoreşgerî berdewame

Mehmud Sengawî got: Şehîdbûna fermandarên Yekîtî her di niha de nebûye, belku Yekîtî hertim bi hizba şehîdan tê nasînê. Ji aliyekî ve xemekî gelekî mezin ji bo heval û hevsenger û kadir û pêşmerge û dostên Yekîtî heye ku qehremantirîn zarokên xwe ji bo azadiya axa kurdistanê ji dest da, lê belê ji aliyê dinê ve jî serweriye ku vê hizbê piştî ew hemû salên xebata xwe nia jî kadir û pêşmerge û fermandarên xwe diçin bereyên şer û canê xwe feda dikin, ev tê wateya ku Yekîtî hîna rihê xwe yê şoreşgerî berdewame û berdewam jî dibe û her weha cemawerê Yekîtî jî zêde dibe.

Xebata Yekîtî berdewame

Berpirsê mihwerê Germesîr ragihand: Li ser destê Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê û aliyên siyasî niha piraniya navçeyên dagirkirî ên Kurdistanê hatine azad kirinê û bo herêma kurdistanê hatine vegerandin, umêd jî dikim ku ew nakokiyên ku di nava Yekîtî de heye, serkirdeyên Yekîtî hest bi metirsiya wê bikin, hest bi wê yekê bikin ku li ser destê her kesekî ev hizba şoreşger rastî şikestinê were ewe berpirsyartiyas dîrokî dikeve ser milê wî û piştre jî lawên Kurd wê wan kesan bi xayîn binav bikin. Ji bo vê jî hêvîdarim tu kesek wê yekê nexe ser milê xwe, belku hertin divê hewl bidin dev ji xwestekên şexsî yê xwe berdin û ji bo serweriya Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê û ji bo bilind ragirtina ew hizba ku cenabê serok Mam Celal dirust kiriye û bi mezinahî teslîmî me kiriye, eger li ser destê me bê biçûk kirinê wê demê eve dê bibe xiyaneta dîrokî, hêvîdarim Yekîtî xebata xwe her weku çawa di dema borî de berdewam bû her weha jî berdewam bibe, rihê xwe yê şoreşgerî berdewam bêt û geş bibe û li ser destê Yekîtî Kurd bighêje hemû awatên xwe û li welatekî serbixwe de Yekîtî bihêz bikare li navçeyê rola xwe bibîne.

Hemû gelê Kurd şahidê Yekîtî ne ku çawa serkeftin tomar kiriye

Mehmud Sengawî amaje bi wê yekê jî kir ku di rûbirûbûna terorîstên DAIŞ de gelek qehremanên Yekîtî canê xwe bext kirine, çendîn qehremanên dinê jî niha li bereyên şerdane, her bo wê jî Yekîtî take hêza şoreşgere di navçeyê de ku ji destpêka dirustbûna xwe de û heyaa niha fermandarên xwe yên qehreman rihê xwe bextkirine, tu kesek nikare ew qehremanîtî û wê serweriya mezin ji Yekîtî werbigre, ji ber wê jî hemû miletê Kurd şahîdê wê ye ku Yekîtî serkeftinên xwe çawa tomar kiriye.

Ev sal salekî pir zehmet û nerehet bû

Sebaret bi nêzîkbûna salvegera Yekîtî û qurbanîdana wê ya berdewam de, berpirsê melbenda Nînewa a YNK û endamê serkirdayetiya Yekîtî Helo Pênciwînî ji PUKmedia`yê re ragihand: Îsal salekî pir zehmet û nerehet bû, bi awayekî ku mezintirîn metirsî bi ser gelê Kurd e û bi ser hemû ew destkeftiyên ku bi xebat û têkoşîn û qurbaniyekî zor bidest keftine de hatin.

YNK, hertim di çeperên pêşde bûye

Pênciwînî got: Bêgoman Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê di yekemîn roj de ji bo destxistina mafên netewî û niştimanî û demokrasî de hertim di çeperên pêş bûye û bi xwîna Yekîtiyan karîn vê qonaxê derbas bikin. Bi taybetî jî eger mirov temaşeyî dîroka Yekîtî bike hertim beşekî zor ji ew şehîd diyar serkirde û fermandar bûne ew kes bûne ku berpirsyartî li stûyê wan bûne, eve jî nîşana dilsozî û bîrûbaweriya wane.

Serok Mam Celal pêşbîniya ev rewşa niha kiribû

Helo Pênciwînî ragihand: Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê pêştir pêşbîniya rewşa niha kiribû, çûnkî Serok Mam Celal bi dehan car amaje pê dabû ku di encama ev nakokî û boşahiya siyasî ya li Êraqê û proseya siyasî ya Êraqê di navbera pêkhateyên siyasî ên Êraqê de dirustbûye cihê metirsiyê ye ku dujminên hemû Êraqê bi giştî û dujminê Kurd in bi taybetî dê bixwazin vê weku derfetê bixwazin ji bo têkdana ezmûna nû ya Êraqa nû ya piştî Sedam Hisên bikar bînin. Weku em hemû dizanin ku si dema borî de wan hewl dan bi rêya terorê û tirsandinê kêşeyên mezin çê bikin çi di warê proseya siyasî û çi jî di warê ewlekariyê de, vê carê ew pêşbînî hate cî ku ji derveyî vîna gelê Kurd bûye.

Ne amadebûna Serok Mam Celal yek ji sedemên gihêştina DAIŞ bo Êraqê bûye

Pênciwînî amaje bi wê yekê kir ku ez dikarin bêjim ku ew valahiye li piştî xiyaba Serok Mam Celal li meydana siyasî de derket holê, bi wê yekê ew boşayî gihêştin astekê ku hêzekî terortîstî weku DAIŞ bi awayekî plankirî û bi ejindeyekî taybet berê xwe bidin Êraqê bi giştî û ew navçeyên kêşe li ser hene û pêwendiya wê bi Kurdistanê re heye bi taybetî, derket ku plana wan têkdana ezmûna Kurdistanê û qirkirin û tunekirina miletê meye li wan cihan ku ev demeke nakokî li sere weku me dît di encama wê êrişan de karesata Şengalê û bi dehan karesatên diltezîn ê dinê û komkujî rûdan. Armanca wan ewbû ku Kerkûkê bixin jê destê xwe ên bi xwîn , jiber vê jî ev şerê mezin bi xwîna çendîn şehîdên fermande û pêşmergeyên qehreman hate kontrol kirinê her weha heya niha jî çeperên me xortin û pêşmerge karîn beşekî zor yê wan navçeyan ji destên hêzên terorîst ên DAIŞ`ê derxînin û paqij bikin û hêvîdarin di demek nêzîk de ew navçeyên ku m ane jî bêne rizgar kirinê.

Di bîranîna îsal de laperekî dîrokî ya giring hate tomar kirin

Berpirsê melbenda nînwa a YNK got: Di yada îsal de laperekî dîrokî ya giring ji bo gelê me hatiye tomar kirinê. Yekîtî rolekî mezin di serkeftinan de lîstiye û her weha dê rolekî giring jî hebê bo parastina niştiman û hem jî di peoseya siyasî de di pêşerojê de.
Helo Pênciwînî ragihand: Yada 40 saliya Yekîtî dê cuda be ji salên borî , yada aheng gerandinê nîne, belku yada derbaskirina qonaxekî zehmet û dijware ku miletê me têre derbas dibê ye, lê li gel wê jî de Yekîtî karî rolekî giring bibîne û îsal jî bi salek tejî serwerî biborîne.
Pênciwînî got jî: Em dikarin bêjin ku niha metirsiya DAIŞ li ser navçeyên  me bi temamî lawaz bûne ku eve jî vedigere bo qehremantiya hêzên pêşmerge û bi piştevaniya cemawerê me yê dilsoz li her derê, vedigere bo xwîna şehîdan û rola karîger ya Yekîtî li nava ev proseya giring de. Ji ber vê jî ji vir em vê yadê di serî de li kesûkarên şehîdan û li hemû hêza pêşmerge û ew kesên dilsoz ku parastina axa me dikin pîroz dikin.

Îsal bo Yekît sala Berxwedanê bû

Berpirsê komîteya Mexmur a YNK Reşad Gelalî ji PUKmedia`yê re ragihand: Destpêkê ji vir ez salroja damezrandina Yekîtiya Niştimanî ya kurdistanê li hemû Kurd û taybetî kesûkarên şehîdên serbilind û li kêmendamên çeper û pêşmergeyên dêrîn û hemû endaman û rêxistinan û desteyên Yekîtî pîroz dikim... Îsal ji bo Yekîtî sala Berxwedanê bûye, sala berengarî tariyê bûye li dijî terorîstên DAIŞ`ê ew jî bi hêz û qehremantiya pêşmerge û fermandar û serkirdeyên Yekîtî gihlştiye serkeftinê û parastina axa welat.

Yekîtî bi hizba şehîdan tê naskirinê

Reşad Gelalî got: Bi jidestdana bi dehan serkirde û fermandeyên têkoşer ku jiyana xwe ji bo parastina axa Kurdistanê kirin qurbanî û rihê xwe ji bo parastina serwerî û ji bo geşbûna Yekîtî kirine qurban. Yekîtî bi hezba şehîdan tê nasîn. Dikarim bêjim ku îsal bi rêjeyekî zêdetir me şehîd û qurbanî dane, ji er vê jî yada îsal pêwîste ji yadên salên borî cudatir be û taybet bi kesûkarên şehîdan be.

Em li ser ew perwerdeya Serok Mam Celal ku em fêrkirine dimeşin

Reşad Gelalî ragihand: Bi heman rihê berengariya destpêka dirustbûna Yekîtî û bi heman ew qehremantiya destpêka hilgirtina çek ji aliyê Yekîtiyan ve bo parastina ax û gel, bi heman rihê wan têkoşerên li bereyên şer heya dilopa xwîna xwe a dawî mane ku parastina axa Kurdistanê kirin ji bo parastina destkeftên hikûmeta Herêma Kurdistanê, Ji bo vê jî di salroja damezrandina Yekîtî de bi heman nefes û bi heman araste û bi heman ew perwerdeya ku mamê me yê mezin serok Mam Celal em perwerde kirine em ji bo parastina Kurdistanê hêzekî berxwedan û pêşeng dibin.

PUKmedia/Werger: Xoşnav Hisên

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket