Mizgeftekî Şî`eyan li Siûdî hate teqandin

kurdistani 08:42 AM - 2015-05-23
Mizgeftekî Şî`eyan li Siûdî hate teqandin

Mizgeftekî Şî`eyan li Siûdî hate teqandin

Duh roja înê 22/5/2015 di dema nimêja înê de xwekujekî xwe li mizgefta îmam Elî a li navçeya Qedîhî ya ser bi barêzgeha Qetêf ku piraniya wan şî`e nişînin teqand û bi dehan kuştî û birîndar bûne.

Ajansên Siûdiyê di wê derbarê de ragihandine ku: Li gor zanyariyên ketine destê wan 150 kes li nava mizgeftê de bûne û zêdetire li 30 kuştî û birîndarî hene.

Diyar jî kirine ku heya niha ti grupekê berpirsyartiya wê teqînê hilnedaye stûyê xwe.

PUKmedia/Ajans

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket