Ev kuvarik li Qersê çê dibe

kurdistani 01:42 PM - 2015-05-21
Ev kuvarik li Qersê çê dibe

Ev kuvarik li Qersê çê dibe

Bazirgan kîloya kuvarika "goştberx"ê ya ku li Sarîqamîşa navçeya Qersê di daristanê de tê tovkirin bi 550-600 lîreyî dikirin û îxracî Fransayê dikin.

Kuvarika goştberxê li Mescîtlî, Duzmêşe, Sulu Dere û Newala Kewan ê herêmên navçeyê hêşin dibin û welatî her sal ji daristanê wan tov dikin û kîloya goştberxa teze bi 50 lîreyî kîloya ya hişkirî jî bi 550-600 lîreyî difroşin. Gelê herêmê kuvarika goştberxê tov dikin û pê debara xwe dikin.

Bazirganên kuvarikan tên li gundan digerin û kuvarikên ku dikirin dibin difroşin bazirganên mezin ên li Stenbolê. Saziyên îxracatê jî goştberxa hişkkirî îxracî Fransayê dikin.

Welatiyên herêmê dibêjin ku di rojê de encax dikarin kîloyek an jî 2 kîlo goştberxê tov bikin û qasî 2 mehan debara xwe bi kuvarikan dikin.

PUKmedia/AA

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket