Festîvala Şano ya Batmanê dest pê kir

kurdistani 11:06 AM - 2015-05-21
Festîvala Şano ya Batmanê dest pê kir

Festîvala Şano ya Batmanê dest pê kir

6.Festîvala Rojên Şano Ya Batmanê, ya ku ji aliyê şaredriya Batmanê ve îsal di navbera 20-24ê Gulênê de bê lidarxistin, bi meşekê ya bi tevlîbûna hunermend, kom û hunerhezan dest pê bû.

   Di meşa ku bi berhemên Atolyeyê, ranê depî û jongloran di nav hewayeke karnavalê de hatî destpêkirin Hevşaredar Gulistan Akel, Alîkarê Hevşaredar Semra Gûneş, endamên meclîsa şaredariyê, kom û hunerhez tevlî bûn. Meşe ku bi pankarata ““Hun bi xêr hatin 6.mîn  Rojên Şanoyên Batmanê” dest pê bûyî û Batmaniyan bi eleqemendî lê temaşekirî li pêş Sînemaya Yilmaz Gûney bi dawî hat.

 Hevşaredar Gulistan Akel diyarkir ku; bi bûneya lidarxistina 6.Festîvala Rojên Şano Ya Batmanê em bihevre ne û got: Festîvala me ya şanoyê têkoşîneke li hember polîtîkayên têkbirinê yên li dijî çand û hunera me. Dikên me, qadên me, hemû pêşandanên me beşek a têkoşîna me ye. Di vê têkoşînê de her kesê ku têkariya wî heye û piştgirî dane me, ji bo keda wan ez wan pîroz dikim, spas dikim.”

Piştî axafitina vekirinê di çarçoveya çalakiyên roja destpêkê yên festîvalê de pêşandanên atolyeya çalakiyên cesteyî, şanoya kolanan, jonklor, ranê depî, mîm-mask û rengrêjkirina “tak”ên Parka Atatûrk hatin kirin. Festîval di Parka Atatûrk de bi pêşangeha wêne ya bi navê “Deng bidin Kobanê” û konsera mûzîkal a Orkestraya Heskîfê berdewam kir.  Roja yekemîn a festîvalê di saetên êvarê de bi pêşandana lîstika Mars a Koma Ş.Yekta ya Navenda Çand û Hunera Firatê li dika Batman Sanat Tiyatrosu, bi lîstika “Giyanek bê cih” a Koma Şano ya Dihokê li dika Sînemaya Yilmaz Gûney ê bi dawî bê.

PUKmedia/Şaredariya Batman

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket