Korya Bakur bombeya Navokî ya Biçûkkirî çê kir

kurdistani 09:41 AM - 2015-05-21
Korya Bakur bombeya Navokî ya Biçûkkirî çê kir

Korya Bakur bombeya Navokî ya Biçûkkirî çê kir

Komîsyona Berevanîya Netewî ya Korya Bakur, ragihand ku wê karîye bi serketî çekeke navokî ya biçûkkirî ava bike.

Pisporên navokî dibêjin, eger ew îdia were piştrast kirin, gefeke nû li ser Emerîka û hevalbendên wê ava dibe.

Ajansa Nûçeyan ya dewleta Korya Bakurî duh 20/5/2015, çarşemê ragihand ku ew çeka nû ewqas biçûke ku dikare li ser muşekan bê cîh kirin.

Korya Bakur bi berdewamî dibêje, bi van çekên nû û muşekên nû yên dûravêj, ewlehîya wê ji berê gelek baştir bûye.

Welatên Rojava ji mêjve di xemê de bûn ku Pyongyang hewil dide bombeyeke wiha biçûk ava bike ku dikare bi muşekên balîstîk kar bîne, lê nêrîneke zelal tunebû ku Korya Bakur çiqas nêzîkî pêkanîna wê yekê.

PUKmedia/VOA

 

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket