“Senaryoya Musilê li Rumadî dubare bûye”

kurdistani 08:46 AM - 2015-05-21
“Senaryoya Musilê li Rumadî dubare bûye”

“Senaryoya Musilê li Rumadî dubare bûye”

Wezareta berevanî ya Emerîka di beyannameke xwe de ragihand ku hêzên artêşa Êraqê di dema vekişîna ji bajarê Rumadî senaryoya roja 10/6/2014 dubare kiriye. Dema ku hêzên artêşa Êraqê bi bê berxwedan ji parêzgeha Nînewa vekişiyan û çendîn cebxane û çek û teqemenî ji çekdarên rêxistina terorîstî DAIŞ re bi cî hêştin.

Di beyannameya xwe de amaje bi wê yekê jî kiriye ku di dema vekişîna artêşa Êraqê ji bajarê Rumadî (10) tang û hejmarek top û bi dehan otombêlên taybet ên veguhastina serbazan û 100 zirîpoş curên HAMVi û çendîn curên teqemeniyan li bajêr ji bo çekdarên terorîstên DAIŞê bi cî hêştin.

Bentagon ew jî aşkira kiriye ku piştî kontrolkirina bajarê Musilê ji aliyê DAIŞ ve jiber bi destxistina çekên pêşkeftî ên Emerîkî ku dabûn artêşa Êraqê wê rêxistina terorîstî (DAIŞ) bihêztir bûn û niha jî heman senaryo dubare dibe.

PUKmedia

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket