Piştî şehîdbûna dergistiya wê çeka wî hilgirt

kurdistani 12:17 PM - 2015-05-20
Piştî şehîdbûna dergistiya wê çeka wî hilgirt

Piştî şehîdbûna dergistiya wê çeka wî hilgirt

Keçeka Êzîdî li Çiyayê Şengalê, piştî  şehîdbûna dergistiya wê, biryar da ku çeka wî hilgire û biçe bereyên şer û tola dergistiyê xwe hilîne.

Kesekî nêzîk li şervanê Yekîneyên Berxwedana Şengalê YBŞ Mensur Şengalî ji PUKmedia`yê re ragihand: Berya niha bi çend rojan, Mensur Şengalî di şerekî giran de şehîd bibû, piştî bihîstina nnûçeya şehîdbûna wî, dergirtiya wî çek û rextê şehîd hilgirtiye û hatiye bereya şer.

Got jî: Armanca ew kara keça Êzîdî ji bo tolwergirtina dergistiyê xwe ye û li ser gora dergistiyê xwe soz daye heya ku tola wî nestîne ew çeka wî danayine.

Ew kesê nêzîkî şehîd Mensur Şengalî diyar jî kiriyeku: Dergistiya Mensur keziyên porê xwe qusandiye û li ser kêla gora şehîd (dergistiyê xwe) daniye û soz daye ku ew qet ji bereyên şer venegere û êdî bibe mertalk ji bo hatina keçên Êzîdî bo bereyên şer ên dijî hêzên reşperestên DAIŞ`ê.

PUKmedia/Saman Yareweys

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket