Rapirsî: Dengên AKP %5 kêm bûne ya HDP jî zêde bûne

kurdistani 08:48 AM - 2015-05-20
Rapirsî: Dengên AKP %5 kêm bûne

Rapirsî: Dengên AKP %5 kêm bûne

Li gor encamên rapirsiyên amojgeha lêkolînan a Tirkiyê, HDP di sînorê sedî 10 de ye û MHP û CHP bilind bûye, dengê AKP jî kêm bûne.

Li gor encamên amojgeha rapirsiyê ku navenda wê li New Yorkê ye ku rapirsî li ser 100 hezar kes li 91 anketan encam dane . AKP ji sala 2013`an û heya niha %5 dengên xwe kêm kirine û MHP û CHP jî dengên xwe zêde bûne.Li gor anketan HDP di navbera %9.7 û %10`an de ye.

Ji aliyekî dinê ve eger HDP`ê Benda Hilbijartinan derbas bike herî kêm wê 55 kursiyên parlemanê bi dest bixe bi vî awayî jî AKP wê 273 kursiyan bi dest bixe û wê bi vê yekê derfeta ku bi tena xwe desthilatê bi dest bixe winda bike.

PUKmedia

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket