Yildiz: Herêm rojane 650 hezar bermîl neft hinarde dike

kurdistani 01:19 PM - 2015-05-18
Yildiz: Herêm rojane 650 hezar bermîl hinarde dike

Yildiz: Herêm rojane 650 hezar bermîl hinarde dike

Wezîrê Vejen û Çavkaniyên Siruştî, Taner Yildiz diyar kir ku sala par di meha adarê de ji Herêma Kurdistanê rojane nêzî 2 hezar û 300 bermîl nefta xam hat Tirkiyeyê lê niha ew derket 650 hezar bermîlan.

Taner Yildiz ji ajansa got: "Tirkiyeyê gotibû ku 'Iraq çiqas bikaribe nefta xam û xaza siruştî, dewrî bazarên derve bike, wê ew qas zûtir normal bibe'.

Yildiz ew yek jî aşkira kir û got: Par di meha adarê da ji Iraqa Bakur nêzî 2 hezar û 300 bermîl nefta xam dihat Tirkiyeyê. Niha jî derket 650 hezar bermîlan. Ev rêje qismekî mezin ê tevahiya îxracata Iraqê ye ku rojane îxracat 2,7 milyon bermîl dike. Hedefa me ew e ku em ji milyonek bermîlî derbas bibin."

Yildiz wiha dewam kir û got: "Ji Iraqê ji du boriyên ku mezinahiya wan 40 û 46 înç e re neft tê. hem nefta Bexdyê tê, hem ya Hewlêrê. Ji ber vê çendê ji hev ne cuda ne. Hemû dahat ya tevahiya  gelê Iraqê ye.

PUKmedia

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket