Şeşemîn festîvala roja keltora Kurdî li Almanya birêve çû

kurdistani 12:27 PM - 2015-05-18
Şeşemîn festîvala roja keltora Kurdî li Almanya birêve çû

Şeşemîn festîvala roja keltora Kurdî li Almanya birêve çû

Di navbera rojên 13-17/5/2015 de şeşemîn festîvala roja keltora Kurdî li bajarê Nornbêrgê ya Almanyayê birêve çû.

Her sal di vê rojê de birêveberiya keltora (Vîlaliyon – Rotinborger) bi hevkariya Kurdên Bakûrê Kurdistanê ev festîval tê lidar xistinê û çendîn çalakiyên keltorî û aheng, semîner, nimayîşa reqs û dîlan û xwarinên Kurdî, her weha zanyariyên li ser Kurd tê nimayîş kirinê.

Tişta giring jî ewe bû ku di roja keltora kurdî ya îsal de babetên semînarê helwest girtin bû li ser rewşa Rojavayê Kurdistanê û giringiya karkirinê bi mebesta bidestve anîna piştîgîriya Yekîtiya Ewropa ji bo ew parçeyê Kurdistanê û hevkarîkirina ji bo jinûve avakirina Kobanê û piştevanîkirina li kantonên rojava.

Di roja çaremîn a festîvala keltorî de jî bi beşdariya çend hunermendên Rojava ahengek stranên siyasî û mûzîk hate saz kirinê û dahata wê ji bo Kobanê hate terxan kirin.

PUKmedia/Şihab Osman- Almanya

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket