Ji çirûskê agir hilbû... Karwan Enwer

kurdistani 09:13 AM - 2015-05-18
Karwan Enwer

Karwan Enwer

Destpêka wê li Şamê bû... Qehewxaneya (Tuleytile) noqteya destpêkê bû ku meşa Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê jê destpê kir. Biryara ku tehdayê rêya tejî bi metirsiyan û hemû astengiyan kir û ji dîktatoriyetê re got (Na). Roja 1/6/1975 roja ragihandina damezrandina Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê li ser destê xortên bijare yên Kurdistanê bû, roja tehdaya mezin ji rêjîma jinavçûyî ya wê demê ku hîna ximava peymana Cezaîrê zuha nebûbû. Dengvedana jidayîkbûna Yekîtiya Niştimanî weku mizgîniyekê bû ku dilê hemû xêrxwazan hênik kir û guhê komplogerên peymana Cezaîrê ku di 5/3/1975 `an de hate îmza kirinê peqand.

Hîna salek derbas nebûbû Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê destpêkirina şoreşa çekdarî ya hemdem a gelê Kurdistanê bi 7 tifengên tenê destpê kir.... belê 7 tifengên kevin  ku li jêr axê jengî girtibûn.

Ji çirûskê agir hilbû.

Bi vî awayî... her çendîn astengî û zehmetî li pêşiya wê derketin lê karwan birê ket, gel şoreşgerên xwe û şoreşa xwe hembêz kir û şoreşa ku ya wekî wê li cîhanê kêmbûn destpê kirin.

Hûn dizanin çima?

Jiber ku ew 7 tifeng.. jêre hatibû nivîsandin ku lihemberî pêncemîn artêş li cîhanê bisekine û şer bike, bi rastî jî ew artêşa rêjîma Baas a jinavçûyî nekarî şoreşê vemirîne, her çiqas zêdetir li 4 hezar gund şewitand û 182.000 mirovên Kurd yên bê guneh enfal jî kir û komkujiyên hovane encam dan, êdî şoreş bû ew agirê ku çiya û newal li jêr lingê dijminan bişewitîne. Her weha jî çawa ku şoreş kete nava malên kurdistanê jî bi heman awayî kete dilê gelê wê, kete dilê gênc û kalên wê heya ku bû ya wan û ji wan.

Karwan Enwer: Sernivîserê PUKmedia

PUKmedia

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket