Babacan: Kurdistan dikare gaza xwe hinardeyî Ewropa bike

kurdistani 09:28 AM - 2015-05-15
Babacan: Kurdistan dikare gaza xwe hinardeyî Ewropa bike

Babacan: Kurdistan dikare gaza xwe hinardeyî Ewropa bike

Alîkarê serokwezîrê Tirkiyê ragihandiye ku ji bilî Azerbêcanê her yek li Herêma Kurdistanê û Tikmenistanê jî dikarin gaza xwe di rêya projeya xeta boriya Gaz Tirans- Anadol (TANAP) re hinardeyî Ewropa bikin.

Elî Babacan, alîkarê serokwezîrê Tirkiyê ji ajansa nûçeyan a Trêndnewsê ya Azerbêcanê re ragihandiye ku: Her yek li Herêma Kurdistanê û Tirkmenistanê di rêya hêla boriya Gaza Trans – Anadolê (TANAP)`ê re dikarin gaza xwe hinardeyî Ewropa bikin û bi vê jî bibin beşek ji projeya (Parastina asayîşa wizeya Ewropa) yê.

Ev gotina Babacan di demekê de ye ku berya biha hikûmeta navendî ya Êraqê nerazîbûna xwe beramber bi kar hêsaniyên hikûmeta Tirkiyê bo hinardekirina nefta herêma Kurdistanê bo bazarên cîhanê bi rêya bendera Ceyhanê ya Tirkiyê nîşan dabû hatiye.

PUKmedia

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket