Bi wêne.. Cejna Zimanê Kurdî li Amedê

kurdistani 10:55 AM - 2015-05-14
Bi wêne.. Cejna Zimanê Kurdî li Amedê

Bi wêne.. Cejna Zimanê Kurdî li Amedê

Cejna Zimanê Kurdî ku dikeve roja 15`ê gulanê li bajarê Amedê ya bakûrê kurdistanê bi şahiyekê hat pîrozkirin. Di pîrozbahiyê de Hevşaredarên Bajarê Mezin ê Amedê Gultan Kişanak, Firat Anli û parlamenter Altan Tan jî amade bûn.

Serokatiya Çavkaniyên Mirovan a Şaredariya Mezin a Amedê, bi wesîleya 15'ê Gulana 1932'an ku kovara Hawarê hate derxistin û ji ber vê her sal ev roj wek “Roja Zimanê Kurdî” tê pîrozkirin, li bexçeyên Şanoya Bajêr a Şaredariyê bernameyeke pîrozbahiyê pêk anî.

Hevşaredarên Bajarê Mezin Gultan Kişanak û Firat Anli, parlementerê HDPê Altan Tan, rêveber û xebatkarên şaredariyê beşdarî Roja Zimanê Kurdî bûn. Li cihê pîrozbahiyê pankarta bi nivîsa "Li her derê bi Kurdî" hate daleqandin û jinên ku kincên gelêrî li xwe kiribûn, li defê xistin, stran gotin û bernameyê bi vî awayî destpê kir.
 
Di bernameyê de Hevşaredaran axaftin kirin û girîngiya ziman û vê rojê anîn ziman. Piştre nivîskar Omer Dilsoz helbesta Melayê Bateyî xwend. Bernameyê dûre bi dîwana dengbêjan dewam kir. Piştî dîwanê pêşbirka zanînê bi kurdî hate lidarxistin û di dawiya bernameyê de, Serokatiya Daîreya Çavkaniyen Mirovan ji bo beşdaran hin diyarî belav kir.

PUKmedia/Şaredariya Amed

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket