Zimanê Kurdî û em..... Fêrgîn Melîk AYKOÇ

kurdistani 10:15 AM - 2015-05-14
FÊRGÎN MELÎK AYKOÇ

FÊRGÎN MELÎK AYKOÇ

Li ser giringiya ziman, rola wê ya di netewebûnê de, rastiya wê ya wek belgeya nasnameya mirov gelek nivis hatine nivisandin. Di vî warî de gelek aforîzm û dîtinên zanyaran jî wek pejirandindayina rastiya ziman hatine destnîşankirin. Gelek semîner jî di vê mijareyê de hatine dayîn. Lê rastiya ziman hê jî nehatiye fêmkirin. Mixabin ku li dij vê metirsiya têkçûna ziman jî tevdîrên kêrhatî nehatine girtin. Zimanê me xwerû zaravayên kurmancî û kirmanckî/dimilî di nava sînorên alarma sor de ne.

Divê her ferdê netewê li ziman were serwextkirin; wek giyana hebûnê, wek hişmendiya dîrokê, wek genê çand û têgîhîştina derûnî. Çawa ku Anîta Yalava gotiye; “zimanê zikmakî wek çermê mirovan e.” Ew çerm îro bi pençeşêrê ve rû bi rû maye. Çendî car hatiye gotin ku yê ku zimanê dê û bavê xwe bi zarokên xwe nede fêrkirin, zimanê dagirkeran layîqê zarokên xwe bibîne, ew heremzade ye jî, piraniyan guhên xwe girtine û mîna ku nexwazin bibîhîsin.

Rast e, hetanî zimanek nebe zimanê fermî û yê bazarê, serkeftina wî dijwar e. Lê disa jî, me çawa Tekoşîna Rizgariya Netewî ji bêderfetiyan, ji pinda têkçûnê anî merheleya çareserkirinê, dema em bi dil û can hewl bidin, em ê bikanin zimanê xwe jî bigihînin merheleya serkeftinê. Ji bo vê divê di warê ziman de êdî hin tevdîrên radîkal werin girtin. Tevdîr û erkên dikeve ser milên tekakesan û yên dikevin ser milên berpirsiyar, şaredarî, sazî û dezgehan hene.

Tekakes

Her kurdeke/î bakur bi kêmasî yazdeh salên xwe dane fêrbûna tirkî, gelo ev mirov nikane çend mehên xwe bide kurdî? 1 – Xwendekarek ji welêt tê Almanyayê, di nava şeş mehan de fêrê almanî dibe û zanîngehê dixwîne. Ma em her yek şeş mehên xwe bidin kurdî dê qiyamet rabe? Yan wê risqê me li rûyê erdê nemîne? Kesekî ne pir, rojê tenê çend saetên xwe bide kurdî, dikane di nava şeş mehan de serbest kurdî biaxive. 2 – Em dikanin bi kampanyayên piçûk mala xwe biguhezînin mala kurdî. Mînak; mirov dikane wek kampanyayekê bibêje; oda razanê odeya kurdî ye. Di wê odeyê de tenê bi kurdî biaxive, pirtûk û muzîka kurdî têke wê odeyê, wêneyê bi kurdî re têkildar di wê odeyê de daliqîne. Bi serketinê re mirov dikane vê carê mitfaxê/pêjgehê jî bike odeya kurdî, taku mal bi giştî bû kurdî. 3 – Kampanya du; pirsa “Tu îro fêrî çend peyvên kurdî bûyî?” Di sazî û komaleyan de mirov têkeve nava pêşbirkê. Bi pêşbirkeke wiha mirov rojê du gotinan fêr bibe, salê dike 730 gotin. Zimanekî rojane bi zanistî hatiye îspatkirin ku li dora 300 gotinî ye. Mirov dikane bi 730 gotinî her tiştê rojane fêm bike û xwe bide fêmkirin. 4 – Ji her malekê re çend pirtûkên kurdî, divê her kurd hêdî hêdi teregên xwe yên pirtûkan biguhezîne teregên kurdî, roman û pirtûkên tirkî nekirin û nexwînin.

Sazî
Divê di her saziyê de odeyên xwendinê, lê tenê ji bo kurdî werin amadekirin. Her sazî bi kêmasî li gor rêwişta wê saziyê berhemên kurdî bikire û kurdan teşwîqê xwendina kurdî bike. Divê her kesên ku dikeve wan saziyan jî, wek çavdêr û kontrolor bipirse, ka odeya wan a xwendinê û pirtûkên kurdî hene?

Şaredarî
Li vir Ewropê li her bajar, bajarok û gundî pirtûkxaneyên bi şaredariyan ve girêdayî hene. Budceyek ji bo wê pirtûkxaneyê tê veqetandin. Divê şaredariyên me jî pirtûkxaneyên kurdî vekin, di wan pirtûkxaneyan de salê çend caran qursên kurdî bidin, rojên xwendinê û pêşbirkên xwendinê organîze bikin. Li gel wê divê şaredarî her berhema ku derdikeve, bi kêmasî ji bo pirtûkxaneyê yek yan jî du heban bikire. Dema sed şaredarî her yek pirtûkeke nû hatî çapkirin ji bo pirtûkxaneyê bikire, mesrefa çapkirina berheman derdikeve. Ev jî xizmeta geşedana ziman dike.

Bi hêviya ev pêşniyarên min ên di şêweyê gazî, qêrîn, hawarê de ji aliyê her kesî ve were pejirandin û seferberiyeke ji bo serkeftina ziman destpê bike, ji me her dildarî re serkeftin.

PUKmedia/Y.O.Politika

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket