Rastî êrişa Hirçê hat û mir

kurdistani 09:24 AM - 2015-05-14
Rastî êrişa Hirçê hat û mir

Rastî êrişa Hirçê hat û mir

Li navçeya Sarikamişê ya ser bi parêzgeha Qersê ya bakûrê Kurdistanê kesek rastî êrîşa hirçê hat,û di encamê de jiyana xwe ji dest da.

Li gorî nûçeya ajansa Anadolê kesê ku rastî êrişê hatiye navê wî Sulhattîn Ozdemîre û temenê wî (57) saliye.

Hatiye gotin ku dema ku Sulhattîn Ozdemîr gûlik berhev dikir hirçekî êrîş ser wî kiriye. Li ser êrîşa hirçê Ozdemîr ji ser, stû û zikê xwe birîndar bûye û di cî de canê xwe ji dest da.

Ji bo ku sedema mirina wî teqez were kifşkirin cinazeyê ozdemîr guhaztin Dezgeha Tiba Edlî ya Erziromê kirin.

PUKmedia/AA

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket