Emerîka: Projeyesayek ji bo biçekkirina Hêzên Pêşmerge û Sune

kurdistani 06:37 PM - 2015-04-29
Emrerîka: Projeyesayek ji bo biçekkirina Hêzên Pêşmerge û Sune

Emrerîka: Projeyesayek ji bo biçekkirina Hêzên Pêşmerge û Sune

Komîta karûbarên hêzên çekdar ên Emerîka ya ser bi encumena nûneran ve ye, îro çarşemê 29 / 4 / 2015`e li ser projeyesa biçekkirina hêzên Pêşmerge û Suniyan weku du welatan dengdan dide.

Armanc ji projeyesayê ew ku Emerîka yekser hêzên pêşmerge û Siniyan biçek bike.

Projeyesa her wiha alîkariyên leşkerî ya ku Emerîka ji bo hikûmeta terxan dike ku wê di sala 2016 de bighîje 715 milyon dolar bi hejmarek merc ve girê dide.

Yek ji mercên sereke ew ku hikûmeta Êraqê di birêbebirina welat de bêtir rol bide pêkhateyên ji derveyî Şî`eyan û Bexdad piştevaniya dide milîsên Şîî bibire, Emerîka gefa wê yekê dixwe ku eger Êraq van mercan pêk neyîne wê ew ji % 75 ji yarmetiya rawestîne û ji % 60 ji yarmetiyên leşkerî yekser bo Kurd û Sune rêke.

Projeyesayê ji aliyekî din hejmarek ji hêzên siyasî yên Êraqê bê zar kirin û çend hêzên di parlemantoyê de cih digrin bi da xuyaniyan ev hewldana Emerîka şermesar kirin.

Derbarê perojeyesayê de balyozxaneya Emerîka li Êraqê bi beyannameyekê tekez li ser wê yekê kir ku helwesta Emerîka bermberî Êraqê nehatî guhartin û ew piştgirî li Êraqek yekgirtî dikin.

PUKmedia / Ajans

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket