Siûdî: Guhertin di çend postên bilind de hatin kirin

kurdistani 11:31 AM - 2015-04-29
Siûdî: Guhertin di çend postên bilind de hatin kirin

Siûdî: Guhertin di çend postên bilind de hatin kirin

Şahê Erebistana Siûdî Selman bîn Ebdulezîz, li ser daxwaza Welîehd Prens Mukrîn bîn Ebdulezîz, Welîehdê Duyemîn û Wezîrê Karên Navxweyî Prens Mihemed bîn Nayîf bîn Ebdulezîz wek welîehd destnîşan kir.

Li gor nûçeya televizyona Erebistana Siûdî, hat ragihandin ku Şahê Erebistana Siûdî Selman bîn Ebdulezîz, li ser daxwaza Welîehd Prens Mukrîn bîn Ebdulezîz, Welîehdê Duyemîn û Wezîrê Karên Navxweyî Prens Mihemed bîn Nayîf bîn Ebdulezîz wek welîehd destnîşan kir.

Di nûçeyê da hat gotin ku di ciyê Wezîrê Karên Derva Prens Siûd el-Feysal da Adil el-Cubeyr, ji bo Wezareta Tenduristiyê Xalid bîn Ebdulezîz el-Falih, di ciyê Wezîrê Xebatê Adil Faqih da Mufric El-Hiqbanî û di ciyê Wezîrê Aborî û Plansaziyê Mihemed El-Casir da Adil Faqih hat tayînkirin.
Hat diyarkirin ku Hamed  El-Suweylim jî wek Wezîrê Dîwana Şahiyetê hat destnîşan kirinê.

PUKmedia/Ajans

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket