Pêşmerge li rojavayê Mexmûrê DAIŞê topbaran dikin

kurdistani 08:26 PM - 2015-04-28
 Pêşmerge li rojavayê Mexmûrê DAIŞê topbaran dikin

Pêşmerge li rojavayê Mexmûrê DAIŞê topbaran dikin

Hêzên Pêşmergê Kurdistan û firokeyên hevpeymanan, li rojavayê Mexmûrê DAIŞê topbaran û bombebaran dikin.

Îro roja sêşemê 28-4-2015`an, ber hêvarê, li rojavayê navçeya Mexmûrê, hêzên pêşmergê Kurdistanê û firokeyên hêzên hevpeyan yên navnetewî, wargehên terorîstan bi giranî topbaran kirin.

Di wê barê de, berpirsê Komîteya Rêxistinên Yekîtiya Nîştimanî ya Kurdistanê li Mexmûrê Reşad Gelalî ji PUKmedia`yê re ragihand ku îro ber hêvarî, hêzên pêşmergê Kurdistan û bi hevrêziya hêzên ezmanî yên hevpeymaniya navnetewî, li rojavayê navçeya Mexmûrê, wargeh û cihên leşkerî yên terorîstên DAIŞê topbaran û bombebebaran kirin.

Gelalî aşkire kir ku ew topbaran li wargehên terorîstan yên li gundê Mihabadê û Kodîlê ku di navbera Mexmûr û Qeysarayê de ne kirin armanc.

PUKmedia

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket