Encûmena Asayîşa Herêmê girtina tawanbarên teqîna Hewlêr ragihand

kurdistani 08:00 PM - 2015-04-28
 Encûmena Asayîşa Herêmê girtina tawanbarên teqîna Hewlêr ragihand

Encûmena Asayîşa Herêmê girtina tawanbarên teqîna Hewlêr ragihand

Encûmena Asayîşa Herêma Kurdistanê girtina tawanbarên teqîna Hewlêr ragihand.

Îro roja sêşemê 28-5-2015`an, Encûmena Asayîşa Herêma Kurdistanê, di belavokekê de,girtina tawanbarên teqîna Hewlêr YA ROJA Îna borî 17-4-2015`an ragihand.

Di belavokeke xwe de ku wêneyek ji PUKmedia`yê re hatiye de ragihand ku hêzên asayîşê dikarîn 5 kesên terorîst yên ku destê wan di tewqîna otombîla Hewlêrê de hebûn destgîr bikin ku di 17-4-2015`an li taxa Eynkawayê li Hewlêrê, li nêzîkî Kondilxaneya Emerîkayê otombîleke bombekirî teqandine.

Her weha li gor wê belavokê ku 4 ji wan terorîstan Kurd in û xelkê Hewlêrê ne û yek jî Erebe û ji Kerkûkê ye.

Hêjayî gotinê ye ku di roja înê 17-4-2015`an de, li ber kondilxaneya Emerîkayê, otombîleke bombekirî teqiya û di encamê de, 2 kurdên Bakurê Kurdistanê şehîdketin û 8 kesên din jî birîndar bûn û ev kiryar ji aliyê DAIŞê ve hat piştrastkirin ku wan kirinye.

PUKmedia

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket