PYD`ê ji bo konferansa Cenêv 3 hate vexwendin

kurdistani 02:44 PM - 2015-04-28
PYD`ê ji bo konferansa Cenêv 3 hate vexwendin

PYD`ê ji bo konferansa Cenêv 3 hate vexwendin

Nûnera Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Ewropa Sînem Mihemed ragihand  ku Partiya Yekîtiya Demokrat PYD`ê ji bo tevlî konferansa Cenêvre 3 bibe hate vexwendin.

Nûnera Rêveberiya Xweseriya Demokratîk Sînem Mihemed ragihand ku Komîteya Amadekar a Konferansa Cenêvre 3 a ku dê di maha Gulanê de li Siwêsreyê bê lidarxistin, bi awayekî fermî PYD’ê vexwendiye ku tevlî bibe. Sînem Mihemed, destnîşan kir ku nûnerên TEV-DEM`ê jî dê beşdarî civînê bibin.

Mihemed, anî ziman ku hejmarek partiyên siyasî û rêxistinên opozsiyona Sûriyê, gelek rêxistinên civakî yên sivîl jî,  ji bo beşdarbûna konferansê hatine vexwendin.

çav li rê  ye ku konferansa Cenêvre 3 di meha gulanê de li bajarê Cenêvre yê Siwîsreyê bê lidarxistin.

Konferansa Cenêvre 2 ya di derbarê aloziya Sûriyê de di 15’ê sibata 2014’an de hatibûn lidarxistin û bê dem hatibû.

PUKmedia / DIHA

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket