Di 122 Saliya Rojbûna Mîr Celadet Bedirxan de..Konê Reş

kurdistani 12:24 PM - 2015-04-28
Di 122 Saliya Rojbûna Mîr Celadet Bedirxan de..Konê Reş

Di 122 Saliya Rojbûna Mîr Celadet Bedirxan de..Konê Reş

Miletên xelkê, xwe bi mirovên xwe yên zana, şareza û mêrxas paye û pesin didin, xwe bi wan didin naskirin, lê em gelê Kurd, ta  di vî warî de jî nezan û paşketîne.. Îro, 26ê nîsanê de, 122 sal di ser rojbûna Mîr Celadet Bedirxan derbas bûn. Ev mirovê ku zimanzan, rojnamevan, helbestvan û dîplomasîyekî Kurdî jêhatî bû.. Ev mirovê ku ji berî (83) salan ve, di roja 15 gulana 1932 an de, kovareke Kurdî bi navê HAWAR, bi elfabêyeke Kurdî xweser, bi tîpên latînî ji me re berhevkirîye, piştî xebateke (13) salan ku pêre dûmkir û roja îro bi saya wê elfabayê gelek kovar û rojnameyên Kurdî bi tîpên latînî têne weşandin, hem jî ku bêtirî (5-6) enstîtu û navendên Kurdî li Ewrûpa hatine damezirandin û kar û xebatên xwe bi wê elfabêyê didûmînin.

Mîr Celadet Bedirxan, evê ku kûr û dûr di rewşa gelê xwe de ponijiye û di encam de weha ji gelê xwe re gotiye:
(Bavo, li dinyê Ji me kêmtir kes nemaye, heçî milet hene, tevda bûne dewlet û hikûmet. xudan kitêb û dibistan, bi tenê em miletê Kurd bi şûnde mane, reben, feqîr, nezan , belengaz di destê xelkê de lehistok. Xelkê hefsarê me kiriye destê xwe da, li gor kêf û menfîeta xwe berê me ji bakur dide nîvro, ji rojava dide rojhilêt, ji lewra divêt em jî bixebitin, xelkên xwe hînî xwendin û nivîsandinê bikin, vî miletê belengaz ji tarîyê  xelas  bikin, berê wî bidin tav û ronahîyê). Roja Nû 1/1943 Beyrût.

Mîr Celadet Bedirxan, ev mirovê ku bi zanîn, dûrdîtin û berpirsyarî, xwe hinkûf û berberê Mistefa Kemal Paşa didît.. Ev yek di pirtûka wî (Nameyek ji Mistefa Kemal Paşa re) xweş diyare.

Di bawerîya min de, eger ew derfetên ku ji Mistefa Kemal Paşa re hatin, ji Mîr Celadet Bedirxan re bihatina, wê Mîr Celadet nekêmî Mistefa Kemal Paşa ji gelê xwe re çakî û rindî kiriba .. Tevî ku ez ne bi nîjadperestiya Kemal Paşa re.. Mixabin di wê hingê de tev derfet li pêş Mîr Celadet Bedirxan girtîbûn.. Tevî rewşa xerab ku têre derbas dibû, tiştê ku jêhat ji gelê xwe re pêşkêş kir. Eger (Atatork) bavê Tirkên nûjen û modêrn be, bê guman Mîr Celadet Bedirxan jî (Atakurd) ê Kurdane, bavê  çand, ferheng û rojnamevanîya Kurdî ya nûjen û moredin e.

Mîr Celadet Bedirxan wek bijîjkekî pispor bû, xweş dizanî bê nexwşîyên gelê wî di kudene û derman çiye. Wî derman ji  nexweşîyan re datanî, ew derman di rêka nivîsandina bi zimanê Kurdî de bû.. Bi wî zimanî  derman  şanî gelê xwe dida. lê mixabin gelê wî, xwe bi dûv dermanê wî de newstand û lê nedigerîya, tu giringî nedida  dermanê wî.. !! Vêca ji neçrî digot û dibiland: (Heçî em Kurd, me ziman, me zimanekî delal heye û em pê diaxivin, piranîya me ji vî zimanî pêve bi çi zimanî nizanin. Bi tenê divêt em hînî xwendin û nivîsandina zimanê xwe bibin. îro hînbûna xwendin û nivîsandina zimanê  mader ji bo her miletî  êdî ne wezîfeka şexsîye, lê wezîfeka milîye jî, heçî bi vê wezîfê ranebûne, wezîfa xwe a milî pêkve neanîbe, bi kêrî miletê xwe nehatine . ji bo ko mirov bikare  xwe ji miletekî . bihesibîne. divêt bi kêrî wî bêt..). Hawar 40/1942  Şam

Mîr Celadet Bedirxan, li ser rêka Apê xwe Mîr Miqdad Midhet Bedirxan dilivîya, hawar û gazîya wî, ji ya mamê wî bû. Ew Mamê ku di 22 ê nîsana 1898 an de, yekemîn rojname bi navê (Kurdistan) li Qahîre weşandîye û di nav rûpelên wê de gazî û hawarî Kurdan kirîye û gotîye: (Gelî Mîr û Axano ! Kurmancno ! qenc bizanin xwendin, ilm û merîfet (li) dinyayê û axretê rûyê mirov sipî dike, mirov mihtacî tu nabe. Riya Xwedê de paş niho zaroyên xwe bie'limînin ilm û merîfeta, hûn bi xulaqetê xwe şûca' û cesûrin, heke hûn bibin xweyî ilm, hûnê ji dinyayê hemîyan xurtir û dewlemendtir bin).
 Mîr Miqdad Midhet Bedirxan, Kurdistan, hejmar 4/1898 Qahîre

Mane gereke ku navendên Kurdî yên çandî, kovar û rojnameyên Kurdî, li dor weha  roj (26 ê nîsana/2015), rawstin, ku ( 122 ) sal di ser ji rojbûna Mîr Celadet Bedirxan re derbas dibe, jînenîgarîya wî û rojnamevaniya wî bidin naskirin, da ku ji nêzîk ve miletê wî, wî nasbike û serwextî xebatên wî bibe. Mixabin, gelek navdarên me, mîna Mîr Celadet Bedirxan hene ku me ew di ser guhên xwe re avêtine, wek: Dr. Kamîran Bedirxan, xwedî û berpirsyarê kovara (Roja Nû û Stêr) li Beyrûtê di navbera salên 1943 _ 1946 an de, Memdûh Selîm Beg Wanlî berpirsyarê Kovara (Jîn _1918) li Stambolê, Rifet Zade xwedî û bepirsyarê Rojnameya (Serbestî _ 1909) li Stambolê, ev mirov di sala 1930 î de li Helebê çûye ber dilovanîya xwedê û îro kesek gora wî nasnake. Sûreya Bedirxan, yê ku di sala 1908 an de li Stambolê û di sala 1917 li Qahîre rojnameya (Kurdistan) weşandîye. Û gelek mirovên din hene mîna: Mîr Ebdirezaq Bedirxan, Dr. Nûrî Dêrsimî, Qedrî Beg Cemîl Paşa, Ekrem Beg Cemîl Paşa, Qedrîcan. Û weha bi dehan ji welatparêz û rewşenbîrên gelê Kurd, ku tev jiyana xwe di ber gel Kurd û Kurdistanê de xerckirine. Ji mafê waye jî, ku em wan li bîr bînin û gurzên nêrgizan li ber serê wan deynin.

Sed rehmet li canê Mîr Celadet Bedirxan bin, sed rehmet li canê tev neferên ku xwe di ber welat û milet de westandine.

Qamişlo 26/04/2015

PUKmedia

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket