DYE li bajarê Baltîmor rewşa awerte ragihand

kurdistani 09:52 AM - 2015-04-28
DYE li bajarê Baltîmor rewşa awerte ragihand

DYE li bajarê Baltîmor rewşa awerte ragihand

Piştî pevçûnên dijwar di navbera xwepêşandaran û polîsên Emerîka li bajarê Baltîmor rûdan û di encamê 15 polîs birîndar bûn û 27 xwepêşander hatine destgîrkirin, Parêzgarê eyeleta Merîland a Emerîka li bajarê Baltîmor rewşa awerte ragihand.

Li bajarê Baltîmor ya Emerîka piştî ciwanek reş ji çend rojan ji girtina wî ji aliyê polîs ve di girtî gehê de jiyana xwe  ji dest da, di meresîma veşartina wî de,  navbera welatiyên reş ên Emerîka û polîs de pevçûnên derketin, ev pevçûnên tevahiya bajar dan ber xwe û xwepêşandaran mirina ciwanê reş di bin kontirola polîs de şermezar kirin.

Li gorî zanyariyan pevçûn bêtir duh duşemê li aliyê bakûr – rojhilatî bajêr rûdan, ku di encamê de 15 polîs birîndar ketin û 27 xwepêşender hatine bin çav kirin.

Ji aliyê xwe ve Larî Hogan da xuya kirin ku dê ew rê nedin bûyerên ne libar li bajêr berdewam bikin, ji ber vê yekê pasavanên nîştimanî ketin rewşa amadebaşiyê û wê di zûtirîn dem de li kolanên bajarê Baltîmor belavbibin.

Hogan her wiha da xuya kirin ku dê rewşa awerte îro sêşemê ji demêr 22:00 ( 2:00 li gorî G ) dest pê bike û wê 500 polîs li kolanên bajêr bêne balavkirin, her wiha daxwaz kir 5000 pasavanên nîştimanî di bin fermandariya wî de bin.

PUKmedia / Ajans

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket