Serokatiya hikûmet û parlemana Kurdistanê girîngiya hevrêziyê dupat kirin

kurdistani 08:15 PM - 2015-04-27
Serokatiya hikûmet û parlemana Kurdistanê girîngiya hevrêziyê dupat kirin

Serokatiya hikûmet û parlemana Kurdistanê girîngiya hevrêziyê dupat kirin

Serokatiya hikûmet û parlemana Kurdistanê ji bo girîngiya hevrêziyê di navbera herdu aliyan de, dupat kirin.

Îro roja duşemê 27-4-2015`an li bajarê Hewlêrê, serokatiya hyikûmeta Herêma Kurdistanê digel serokatiya parlemana Kurdistan civîne lidarxistin.

Her weha di wê civînê de, Her yek li serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî û cîgirê wî Qubad Talebanî û serokê parlemana Kurdistanê Yusif Mihemed û cîgirê wî Cefer Îbrahîm û sekreterê parlemanê Fexredîn Qadir û Wezîrê dewletê ya karûbarê parlemanê Mewlud Bawe beşdarî wê civînê bibûn û li ser girîngiya hevrêziya di navbera hikûmet û parlemanê de hat kirin.

Di wê civîna du qolî de, li ser rewşa niha ya li Kurdistanê û şerê li dijî terorê û ew serkeftinên ku hêzên pêşmergê Kurdistanê di eniyên şer de tomar dikin anîn rojevê û şirove kirin.

Her weha piştî bi dawîbûna civîna di navbera serokatiya hikûmetê û parlemanê de, her yek ji serokê hikûetê Nêçîrvan Barzanî û serokê parlemanê Yusif Mihemed li ser naveroka wê civînê kongireyeke rojnamevanî lidarxistin.

Di kongireya rojnamevaniyê de, Nêçîrvan Barzanîragihand ku ew civîna îro ku di navbera herdu serokatiyan de birêve çû, serokatiya hikûmeta Herêma Kurdistanê û yê parlemanê ji bo bikarekirin û bihêzkirina hevrêziya di navbera hikûmet û parlemanê de bû.

Barzanî got her di vê civînê de, li ser her pirsgirêkek û aloziyekê ku hatiye gotûbêjkirin tako bête çareserkirin û ev civîn bi awayekî giştî baş derbas bû.

Ji aliyê xwe ve serokê parlemana Kurdistanê Yusif Mihemd jî ragihand ku cîvîna îro ji bo hinek projeyên yasayan û bihêzkirina hevrêziya di navbera hikûmet û parlemana Kurdistanê de bû.
Di civînê de hat tekez kirin li ser berdewambûna civînên wiha bi awayekî rêkûpêkî û bi berdewamî.

PUKmedia

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket