Politburoya YNK`ê ji bo komkujiya Xaneqînê daxuyaniyek da
kurdistani 07:26 PM - 2015-04-27Politburoya YNK`ê ji bo komkujiya Xaneqînê daxuyaniyek da
Politburoya YNK`ê ji bo komkujiya Xaneqînê ya li dijî xelkên sivîl li ber malbenda 8 daxuyaniyek da.
Bi salvegera yekemîn ya komkujiya li ber deriyê malbenda 8 ya Yekîtiya Nîştimanî ya Kurdistanê ku di roja 28-4-2015`an de li Xaneqînê pêkhatibû, ku di encamê de, 38 şehîd û 70 birîndar ketibûn, bi wê bonê Politburoya YNK`ê ji bo komkujiya Xaneqînê daxuyaniyek da.
Her weha di wê belavokê de hatiye ku salek beriya niha ango di roja 28-4-2014`an de, di dema ku dost û hezkiriyên Yekîtiya Nîştimanî ya Kurdistanê ji bo hilbijartinan bi awayekî şarestanî dest bi çalakiya kêfxweşiyê kiribûn, li ber malbenda 8 ya Yekîtiya Nîştimanî ya Kurdistanê rastî êrişeke terorîstî hatin û di encamê de, 38 endam û kadroyên pêşketî şehîd bûn ku di nava wan de zarok jî hebûn û zêdetirî ji 70 kesên din jî birîndar bûn.
Terorîstan xwestin bi karê tirsonek hewil bidin ku vîna azad û mêrxwesiya gelê qehremanê Xaneqînê tevlîhev bikin û bê aram bikin. Lê bi berevaja, xwîna wan şehîdan û êşa birîndaran yên xelkê Xaneqînê germtir û bihêztir bûn û hîn jî bêhtir xwe dan ber berdewambûna tekoşînê û bilindkirina tampoya xebatê û li ser rêbaza şehîdan berdewambûn.
Her ji xwedî û malbata şehîd û birîndaran re wek kernavalek û festîvaleke serkeftin bû ku tê de soza xwe li ser berdewambûna rêbaza şehîdan nûhtir kirin û ew rengên kuştin û bi erebkirin û bi Baskirin û hemû şêwazên dijmantiyê ku neyarên gelê me li dijî gelê kurd birêvebirin, tev hatin pûç kirin û bi serneketin.
Di belavokê de hatiye ku bila terorîstan baş bizanibin ku wan kiryar û karên terorîstî ti carî nikarin tekoşîna gelê me pûç bikin û bi berevaja tekoşîna me zêdetir geş dibe û ew navçeyên hatine birîn wê vegerin ser Herêma Kurdistanê.
Em di demekeê de ku careke din şermezariya wê kiryara terorîstî dikin, di heman demê de jî, em xem û êş û xembariya xwe ji malbatên şehîdan re dupat dikin û ji desthilata Herêma Kurdistanê daxwaz dikin ku ew tawanbarên wê komkujiyê ku ji aliyê asayîşê ve hatibûn girtin, bi zûhtirîn dem di dadgehê de, sizayên yasayî xwe bigirin.
Di vê dema ku em şermezariya kiryarên terorîstî dikin, niha li hemû navçeyên ku ji Herêma Kurdistanê hatine birînd de, şerê li dijî terorîstên DAIŞê berdewam e û derbeyên pir mezin û bihêz lêdidin û ji piraniya wan navçeyan hatine pakkirin, ev hemû li ser detê qehremanên hêzên pêşmergê Kurdistanê pêktên.
Di dawiya wê daxuyaniyê de, politburoya Yekîtiya Nîştimanî ya Kurdistanê silav li canpakiya şehîdên 28-4-2014`an kir û ew şehîd bi şehîdên hilbijartin û Kurdistaniyeta Xaneqînê nirxand û serbilind û serfirazî ji tevahiya malbat û xwediyên şehîdan re û tevahiya birîndar jî cansaxî xwest.
PUKmedia
hewal ziyatr
-
Dahata Silêmanî ya heftane zêdetirî 20 milyar e
11:15 AM - 2024-04-26 -
Şalaw Kosret Resûl: Divê xizmeta herî baş bê pêşkêşkirin
09:56 PM - 2024-04-25 -
Komisyonê berdewambûna amadekariyên bo hilbijartinan piştrast dike
01:41 PM - 2024-04-25 -
Qubad Talebanî: Her rojek bîranîna tawanekê ye
05:53 PM - 2024-04-24
zêdetir tamaşe bike
Zêdetirî 107 hezar dengder dê kartên biyometrîk werbigirin
11:10 AM - 2024-04-26
Hewlêr û Bexda di tomarkirina binpêkirinan de di pêş de ye
09:14 PM - 2024-04-24
Serok Bafil: Yekîtî berdewame ji bo qerebûkirin û xizmetkirina xelkê Qeladizê
02:16 PM - 2024-04-24
Amerîka: Rewşa azadî û mafên mirovan ber bi paşvebûnê ve diçin
01:51 PM - 2024-04-24
zortrin xwendraw
-
Şalaw Kosret Resûl: Divê xizmeta herî baş bê pêşkêşkirin
Kurdistan 09:56 PM - 2024-04-25 -
Zêdetirî 107 hezar dengder dê kartên biyometrîk werbigirin
Kurdistan 11:10 AM - 2024-04-26 -
Dahata Silêmanî ya heftane zêdetirî 20 milyar e
Kurdistan 11:15 AM - 2024-04-26 -
Serok Bafil: Xwendevan rihê vê civakê ne
Kurdistan 07:57 PM - 2024-04-26