YPG; Li Kobanê û Cizîrê çeteyên DAIŞê têk diçin
kurdistani 05:31 PM - 2015-04-27YPG; Li Kobanê û Cizîrê çeteyên DAIŞê têk diçin
Li gorî belavokeke Navenda Ragihandina Yekîneyên Parastina Gel (YPG) ku îro roja duşemê 27-4-2015 daye weşandin tê de hatiye; Rûxandina wesayîtek leşkerî tevî çeteyên di nav de li Kantona Cizîrê, Berxwedana Kobanê ket roja xwe ya 224.
Evê li xwerê jî naveroka wê daxuyaniyê ye;
Ji Çapemenî û Rayagiştî re!
1. Berxwedana Kobanê ya ku li hember hewldana dagirkeriya rexistina terorî ya DAIŞ'ê tên meşandin ket roja 224'yemîn.
Gund û derdora gundê Sinaa ya ku dikeve başûrê Kobanê, di navbera hêzên me û çeteyên DAIŞ'ê de pevçun hatin jiyîn. Pevçunên li vê herême doh pişt nîvro destpêkir û heta îro ber destê sihare bê navber berdewam kir. Hejmara kuştî û birîndarên di vê pevçunan de nehatiye zelalkirin. Li vê herême hîn jî cih bi cih pevçunên biçûk tên jiyîn.
Di van pevçunên hatin jiyîn de rêhevalekî me ku bi lehengî şer dikir gihişt şehadete.
Komên çeteyan îro ber bi sihare li hember gundê Dikanê ya ku li heman herême ye êrîşek li darxistin. Piştî bersîv dayine hêzên me çeteyan neçar man bêencam ji qadê birevin.
2. Pevçunên navbera hêzên me û komên çeteyan de ya ku li ser sînorên rojavaye Kantona Cizîrê tên jiyîn berdewam dike.
Hêzên me şevê din li herêma navbera gundên Xebîş û Menacir ên giredayî Til Temir li hember komên çeteyan êrîşek li darxistin. Di encam êrîşê de wesaîtek leşkerî ya çeteyan tevî çeteyên di nav de hatin ruxandin. Hejmara kuştî û birîndarên çeteyan a li vê herême nehat zelalkirin.
Piştî pevçunên li herêma Meqlea ya ku dikeve 17 km rojavayê Til Temir bi dawî bû hêzên me li vê qadê desp xebatên legerîne kirin. Di encama van xebatan de hêzên me tevî 4 termên çeteyan, 3 kleş, 1 BKC, 4 bêtel û gellek amûr û cebilxaneyên nû ditîn û xistin dest xwe.
Têbînî; Ev daxuyanî ji YPGrojav hatiye girtin...
PUKmedia
hewal ziyatr
-
Komisyonê berdewambûna amadekariyên bo hilbijartinan piştrast dike
01:41 PM - 2024-04-25 -
Qubad Talebanî: Her rojek bîranîna tawanekê ye
05:53 PM - 2024-04-24 -
Serok Bafil beşdarî merasîma cenazeyê rêheval Elî Şemar dibe
07:47 PM - 2024-04-23 -
Serfermandarê hêzên Alman serdana aramgeha Serok Mam Celal kir
12:49 PM - 2024-04-23
zêdetir tamaşe bike
Serok Bafil: Yekîtî berdewame ji bo qerebûkirin û xizmetkirina xelkê Qeladizê
02:16 PM - 2024-04-24
Amerîka: Rewşa azadî û mafên mirovan ber bi paşvebûnê ve diçin
01:51 PM - 2024-04-24
50 Sal bi ser bombebarankirina Qeledizê û Zanîngeha Silêmanî re derbas bû
09:45 AM - 2024-04-24
Merasîma xelata zêrîn a Bile birêve diçe
05:11 PM - 2024-04-23
zortrin xwendraw
-
Amerîka: Rewşa azadî û mafên mirovan ber bi paşvebûnê ve diçin
Kurdistan 01:51 PM - 2024-04-24 -
Serok Bafil: Yekîtî berdewame ji bo qerebûkirin û xizmetkirina xelkê Qeladizê
Kurdistan 02:16 PM - 2024-04-24 -
Hewlêr û Bexda di tomarkirina binpêkirinan de di pêş de ye
Rêportaj 09:14 PM - 2024-04-24 -
Qubad Talebanî: Her rojek bîranîna tawanekê ye
Kurdistan 05:53 PM - 2024-04-24 -
Komisyonê berdewambûna amadekariyên bo hilbijartinan piştrast dike
Kurdistan 01:41 PM - 2024-04-25