"Divê hilbijartinên li Tirkiyê, tenê bi netewa Tirk monopol nemîne"

kurdistani 11:44 AM - 2015-04-27
"Divê hilbijartinên li Tirkiyê, tenê bi netewa Tirk monopol nemîne"

"Divê hilbijartinên li Tirkiyê, tenê bi netewa Tirk monopol nemîne"

Bi mebetsa dana naskirina namzetên Kurd di hilbijartinên pêş ên Parlemantoya Tirkiyê de û rola Kurd di proseya hilbijartinan de,
li paytexta siyasî ya Holanda li bajarê Lahay Partiya Demokrasiya Gelan HDP`ê roja 25 / 4 / 2015`e merasîmek lidarxist.

HDP`ê her yek ji berpirsê desteya kargêr ê mekteba siyasî ya Yekîtiya Nîştimanî ya Kurdistanê Mela Bextiyar û Sekreterê partiya Sosyalît a Demokrata Kurdistanê Mihemed Hac Mehmûd vexwendin merasîmê, her wiha hejmarek ber bi çav ji siyasetmedar û kesayetiyên siyasî yên Kurd ji partiyên cuda yên Kurdistanê beşdşdarê merasîmê bûn.

Piştî rê û resmê bi xuleke rêz girtin li şehîdên Kurdistanê dest pê kir, Heval Mela Bextiyar bi navê mekteba siyasî ya Yekîtiya Nîştimanî ya Kurdistanê û Partiya Sosyalîst Demokrata Kurdistanê gotarek pêşkêş kir û di gotara xwe de da xuya kirin ku ew piştgirî û pitevanî li Kurdên Bakûrê Kurdistanê dikin û bal kişand ser bi  dîroka Kurd di parlemantoya Tirkiyê de ku berya bi 85 salan ve û piştî rûxana Împratoriya Osmaniyan, 72 parlemanterên Kurd beşdarî yekem civîna meclîsa Tirkiyê bûn û got: Di 23 / 4 / 1920 de û piştî rûxana Împratoriya Osmaniyan û hatine Kemal Ataturk ser desthilatdariyê ve li Tirkiyê,  ku yekem meclîsa Tirkiyê pêk hat û di wê demê de dewleta Tirkiyê taze damezrabû û pêwîstiya wê bi Kurdan hebû 72 Kurd beşdarî yekem meclîsa Tirkiyê bûn û Kurd bûna damezrînerê Tirkiyê.

Her wiha heval Mela Bextiyar di berdewamiya gotara xwe de cexit li ser wê yekê kir ku; Ev hilbijartina ne bi tenê beşdarbûneke HDP`ê yan Kurd e, ev hilbijartin destpêka cêwazbûneke eydolojiya li Tirkiyê û got: Ev hilbijartin ne bitenê bo Kurd e yan bi tenê beşdarbûneke HDP`ê ye, ev destpêka gorankariya ye di navbera aliyan de ye li Tirkiyê û di navbera pêkhateyên Tirkiyê û gelê Tirkiyê de, hêzên siyasî û rêbazên cuda yên eydolojî li Tirkiyê, eger em bi ziravî li vê qonaxê temaşe bikin û çawa wê erkên peşêxistina Demokrasiyê bêne cîbicî kirin, her wiha çawa wê demokrasî li Tirkiyê bête çespandin di ber çav re derbas bikin, Divê ev hilbijartinên li Tirkiyê, di destê netewa Tirk de monopol nemîne, divê ji bo hemû gelê Tirkiyê û pêkhateyên Tirkiyê be û demokratîk be.

PUKmedia/Pukpb.org

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket