Firaksyona Kesk: Em şagirtê serok Mam Celal in

kurdistani 11:28 AM - 2015-04-27
Firaksyona Kesk: Em şagirtê serok Mam Celal`in

Firaksyona Kesk: Em şagirtê serok Mam Celal`in

Serok Mam Celal duh roja yekşemê 26 /2015`e li bajarê Silêmaniyê pêşwazî li firaksyona Kesk a Yekîtiya Nîştimanî ya Kurdistan di Parlemantoya Kurdistanê de kir.

Di hevdîtinê de seroka firaksyona Kesk di parlemanê de Bêgerd Talebanî bi navê firaksyonê axivî û da xuya kirin ku ew ji aliyê xwe ve bi başbûna rewşa tendirustiya Serok Mam Celal û hevdîtina ligel gelekî dilxweşin û got: Ji bo me ligel serok Mam Celal , rêberê pêşverû, damokrat û zagonperwer hevdîtin lidarxistin rojek dîrokî ye, em şagirtê serok Mam Celal`in li ser riya wî dimeşin, di xebata me ya di nav parlemanê de em ji dibistana we sûd werdigrin, û em vê yekê weku çawa me di bangeşeya hilbijartinan de soz da ku em di hemû waran de, çi di warê pêşkêşkirina projeyesayan de be, yan bi rêxistinkirina jiyana siyasî û civakî be yan di warê cîbicîkirina nirxên demokrasiyê be û cîbicîkirina daxwazên gelê Kurdistanê be, li ser rêbaza YNK`ê bin û pêve girêdayî bin, dikin.

Xanim Bêger wiha pê de çû: Firaksyona kesk di amadekirina projeyesaya desturê de li gorî nirxên demokrasiyê xwedî roleke berbiçave û got; Em di parlemantoyê de ligel firaksyonên din û jê firaksyona tevgera Goran, ji bo ku desturek ramana we ya ronî di nav xwe de hembêz bike xebat dikin.

 Her wiha got: Em bi yek dengê û yek destî bi peyama serok Mam Celal a çepke gul ve dê girêdayî bin û li her qadê û paltformê biparêzine, her wiha emê parêzvanê polîtîka YNK`ê bin a ji bo cîbicîkirina armancên gelê Kurdistanê û ligel xwîna şehîdan, enfalkiriyan û qurbaniyên bombebarana kîmyayî dilsoz û wefadar bin.

Ji aliyê xwe ve parlemanter Keşe Dara Hefîd di hevdîtinê de got: Emê derbarê doza jinê de li gorî temî û pendên serok Mam Celal tevger dikin û ji ber ku hun herdem parêzvanê jin û mafên jinê bûn, em ji ramanên we yên geş derbarê çespandina mafên jinê sûd werdigrin.

 Her wiha parlemanter Salih Feqî silavên komeleya xwedekarên Kurdistanê aresteyî serok Mam Celal kirin û da xuya kirin ku Serok Mam Celal her dem piştevanê xwendekaran û ciwanan bû.

 Ji aliyekî din ve serokê komîta hêzên Pêşmerge di parlemanterê Kurdistanê de Parlemanter Dilêr Mawtî di hevdîtinê de da xuya kirin ku serok Mam Celal ji bo yekxistina hêzên pêşmerge yekem kes bo destpêşxêrî pêşkêş kir û ev yek dema ragihand ku ev nema fermandarê giştî yê hêzên pêşmerge ye kir û bi vê pêngavê ji bo avakirina hêzeke pêşmerge ya yekgirtî zemîn avakir, Parlemanter Mawtî wiha pê de çû; Weku çawa hêzên pêşmergeyên YNK`ê di rojên dijwar ên xebatê de li hember rêjîma dîktetor weku hêzeke yekgirtî ji bo cîbicîkira armancên gel şer û tekoşîn dikir, em niha û di helûmercên heyî de, ji bo birêxistinkirina hêzên pêşmerge weku hêzeke yekgirtî tevger û xebat dikin.

Di dawî de hemû parlemanteran ligel serok Mam Celal wêne girtin û serok Mam Celal çawa bi germî pêşwazî li wan kir bi heman şêweyê ew birê kirin.

PUKmedia/PUKpb

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket