Li Musilê zêdetir li 36 terorîstên DAIŞ hatine kuştin

kurdistani 11:14 AM - 2015-04-27
Li Musilê 36 terorîstên DAIŞ hatine kuştin

Li Musilê 36 terorîstên DAIŞ hatine kuştin

Balafirên şerê ên hevpeymanan şeva borî û heya îro danê sibehê çendîn baregehên terorîstên DAIŞ`ê li nava bajarê Musilê bombarduman kirine û zêdetir li 36 terorîstên DAIŞ hatine kuştinê.

Kargêrê melbenda Musilê yê Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê Xiyas Sûrçî ji PUKmedia`yê re ragihand: Şeva borî  û heya îro 27/4/2015 danê sibehê balafirên şer ên hevpeymanan çendîn baregehên DAIŞ ên li nava bajarê Musilê û dewrûberê wê bombebaran kirine.

Sûrçî got: 3 cihên terorîstan li derdora bajaroka Başîkê ji aliyê balafirê şer ve hatine bombarduman kirin û bidehan terorîst hatine kuştin û 3 otombêl jî hatine şewitandinê.

Her weha ragihand jî ku balafiran navenda plîsê Somer a li bajarê Musilê ku baregeha DAIŞ bûye bombarduman kirine û 10 terorîst hatine kuştin û 4 terorîst jî birîndar bûne.

Balafirên şer baregeha 2 ya artêşa Êraqê ku ji aliyê DAIŞ tê bikaranîn bombebaran kirine û li gor zanyariyên ku ji aliyê neexweşxaneya Musilê gihêştine 12 terorîst hatine kuştinê û 5 otombêlên wan jî hatine şewitandinê.

Li taxa Erebî û Musena ya dikeve aliyê çepê ya bajarê Musilê jî navendên terorîstan hatiye bombarduman kirin û zêdetir li 14 terorîstan hatine kuştin û bidehan jî birîndar bûne.

PUKmedia/Hozan Fatih

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket