Werzişkarekî Kurd bû qaremanê Êranê

kurdistani 10:44 AM - 2015-04-27
Werzişkarekî Kurd bû qaremanê Êranê

Werzişkarekî Kurd bû qaremanê Êranê

Li rojhilatê Kurdistanê werzişkarekî kurd karî rekora spora bastanî ya kişandina kevan a dişibihe kevanjeniyê bişkîne û pileya yekem a wê beşa werzişî qazanc bike.

Ciwanê Kurd yê bi navê Mobîn Zîbaliqa, rekora spora kevin a kişandina kevan şikan û bi cîbicîkirina qasî 79 cotan ji wê werzişê bû qaremanê Êranê.

Navborî di nava 29 reqîban li wê rîşeya sporê de, karî ji hemûyan derbas bibe û pileya yekem bidest bixe.

Giraniya kevanê bo werzişkarê 90 kîlogiramî, 18 kîlo bû.

Ew dewreya pêşbirkê bi beşdariya werzişkarên parêzgehên Sine, Elborz, Îsfehan, Simnan, Merkezî, Yezd û Xurasana Rezewî, li bajarên Aran û Bîdgul yên Îsfehanê hatin lidar xistin.

PUKmedia/Kurdpa

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket